Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo yekîtiya kurdan daxuyanî da 2020-02-06 14:33:06   KOBANÊ - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê bang li hemû gelên Rojava û partiyên siyasî kir ku bibin yek û gotin: "Yekîtiya Gelê Kurd li ser axa Kurdistanê di şexsê şehîdan de  pêk hatiye, em ê li ser vê axê yekîtiyê hîn bi hêztir bikin."   Meclîsa Malbatên Şehîdan (MMŞ) a Kantona Kobanê bi armanca pêkanîna xeyalên şehîdan û yekîtiya Gelê Kurd, li Goristana Şehîd Dicle Kobanê, bi tevlîbûna sedan malbatên şehîdan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wêneyên têkoşerên azadiyê û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Wek Malbatên Şehîdan ên Kobanê û li ser navê her dayikeke şehîdan ku zarokên xwe di her parçeyekî Kurdistanê ji bo Kurdistaneke azad feda kirine, em hem sersaxiyê ji malbatên şehîdan dixwazin hem jî em dibêjin ji bo welatekî azad yekîtî gelekî pêwist e. Bi armanca ku em bibin yek, me li hemû herêmên Kurdistanê li berxwe daye. Hewildana ji bo Yekîtiya Gelê Kurd me bi têkoşîna şehîdên xwe pêk anî. Niha em li Goristana Şehîd Dicle Kobanê ne, li vê goristanê şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê hene. Yekîtiya Gelê Kurd li ser axa Kurdistanê di şexsê şehîdan de pêk hatiye. Em ê li ser vê axê yekîtiyê hîn bi hêztir bikin.   Ji bo em xeyalên şehîdên xwe pêk bînin, divê em li her çar parçên Kurdistanê kar û xebat bikin. Tu kes nikare gelê kurd ji hev qut bike, ji ber ku li hemû deverên Kurdistanê xwîna zarokên Kurdistanê bûye yek. Tu kes nikare deşt û newalên Kurdistanê ji çiyayên wê qut bike. Sazî û dezgehên li ser axa Kurdistanê jî bi saya keda şehîdên Kurdistanê hatin avakirin. Xwestekên me wek malbatên şehîdan û hêvîyên me ji partiyên siyasî yên kurdî ew in ku ger hûn nikarin ji bo yekîtiya kurdan bibin xizmetkar, nebin berdevkên dijminên kurdan.   Tekoşîna me, karê me, armanc û daxwazên me, hêvî û xeyalên me ew e ku em kurd bibin yek. Heta ku em Kurd nebin yek em bi ser nekevin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Kurdistana azad", "Bijî yekîtiya gelan" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.