Dê malbata Gulistan Doku bi partiyên koma wan li meclîsê heye hevdîtinê bike 2020-02-06 12:08:35   DÊRSIM -Ji ber tu pêşketin derbarê dosyaya xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ya ku ji 5'ê Çileyê ve windaye, tune ye malbata wê ew ê biçe Enqereyê û bi  partiyên koma wan li meclîsê heye hevdîtinê bike.   Lêgerîna ji bo xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ya ku ji 5'ê Çileyê ve windaye li derdora Benda Uzunçayirê didome. Nokerên di nava xebatê de cihên xwe digirin difikirin ku Gulistanê ne di nava ava bendavê de ye.   Malbata Gulistanê ya ku xebatên lêgerîna ji bo Gulistanê ji nêz ve dişopîne anî ziman ku di encama hevdîtinên bi emniyetê û dozger re tu pêşketin nehatiye bidestxistin.   Ji ber tu pêşketin derbarê dosyaya xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ya ku ji 5'ê Çileyê ve windaye, tune ye malbata wê ew ê biçe Enqereyê û bi  partiyên koma wan li meclîsê heye hevdîtinê bike.