Di qezaya balafirê de 3 kesî jiyana xwe ji dest dan 2020-02-06 09:38:32   STENBOL - Do di saetên şev de li Balafirgeha Sabiha Gokçen qezaya balafirê pêk hat û 157 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku 3 kesî di jiyana xwe ji dest dane.   Şeva din li balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê balafira sefera navbera Îzmir û Stenbolê dikir ket xwar. Di balafirê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Waliyê Stenbolê Alî Yerlikaya diyar kir ku piştî balafir ji pîstê derket 50- 60 metreyî şemitiye. Walîtiyê anî ziman ku balafir ji bilindahiya 30-40 metre ketiye xwar û wiha got: "Di balafirê de 175 rêwî, 2  pitik û 6 personel, bi giştî 183  rêwi hebûn. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî daxuyanî da û diyar kir ku di balafirê de 179 kes hebûn û 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.    Sefer hatin betalkirin   Piştî qezaya balafirê seferên balafirê hatin betalkirin. Li balafirgehê hejmara rêwiyan zêdetir bûn. Berê rêwiyan bi otel û Balafirgeha Stenbolê hat vekirin.