Jinan hişyar kir: Bila ev pêkanîn demildest bê rakirin 2020-02-06 09:15:19   Gulîstan Azak   STENBOL - Jinan balkişand ser rayaya ku didin nobedaran û sererastkitina ku ji aliyê Komîsyona Karê Hundir a Meclîsê ve hatiye qebûlkirin û gotin: “Ev rayeya ji bo nobedaran hatiye dayîn wê binpêkirinan jî bixwe re bîne. Mafê jinan di bin tehdîdek mezin de ye. Divê demildest bê vekişandin.”   Pêşnûme Qanûna Nobedarên Sûk û Taxê ku rayeyê dide nobedaran ku nasnameyên lêpirsîn bike, lêgerînê bike, ji aliyê Komîsyona Karê Hundir ya Meclîsê ve hat qebûlkirin. Jinan diyar kirin ku wê ev gelek pirsgirêkan jî bixwe re bîne. Jinan bertek nîşanê rewşê dan û hişyar kirin ku wê ev binpêkirinên mafan bixwe re bîne.   Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 8 a Egîtîm Sen a Stenbolê Muruvvet Yilmaz diyar kir ku ev biryara hatiye dayîn li dijî peymanên navneteweyî, li dijî azadî û mafan eû got wê herî zêde jî jin û ciwan hedef bên girtin. Muruvvetê ev tişt vegot: “Ne pêkane em pêkanînek wisa qebûl bikin. Ji xwe hêzên ewlehiyê û emniyet heye. Xuyaye ku dewlet dixwaze her derê bike bin kontrola xwe. Ev pêkanîneke ku rê li ber pêkanînên faşîzane vedike ye. Wê nehêlin ku mirov tu tiştekî bikin.”   Her wiha Muruvvetê daxuyakirin ku wê bi taybet di alî jinan de rê li ber encamên neyînî vebike û got: “Ez dixwazim wek jinekê li kolanê bi rehetî bimeşin. Ji ber vê jî ne pêkane ku ev vê qebûl bikin. Di heman demê de ez kedkara perwerdehiyê me. Ez li dibistanan polîsan naxwazim. Ji ber ku ew der hawira perwerdê ye. Ez diwazim bi rehetî tevbigerin. Ev rewş mafên me dike bin tehdîdê.”   ‘Divê demildest dest jê berdin’   Zubeyde Cenzgîn jî bi lêv kir ku divê demildest dest ji vê pêkanînê berdin û got wê di bin navê ewlehiyê de qadên jinan dagir bikin û got: “Ew jî nikarin vê rewşê vebêjin. Ji xwe mafên bê sînor dane polîsan. Niha ev nobedarên şevê çi ne? Çima digerin?Rayeyê wekê kontrolkirina nasnameyê û lêgerînê didin wan. Ev çawa tê qebûlkirin .Ez wek jinekê bi fikarim.”