Ji Piştevaniya Mor banga konferansê 2020-02-06 09:08:50   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Piştevaniya Mor der barê konferansa wê di 8-9’ê Sibatê de li Stenbolê pêk bê de li Edeneyê bang kir. Ji Piştvaniya Mor Pelîn Çîçek wiha got: “Wê ji gelek bajaran wesayît rabin. Em li hêviya hemû jinan e. Em ê li dijî newekheviyan bi nasnameyên cuda tevlî konferansê bibin.   Piştevaniya Mor di 8-9’ê Sibatê de bi şîara ‘Bi înat têkoşîn bi înat azadî’ li Stenbolê li Daîreya Zewicandinê ya Kadikoy û Salona Konferansa Bîrleşîk Metal Îş wê 2’yemîn Konferansa Jinan a Tirkiyeyê pêk bîne. Ji her çar alî Tirkiyeyê wê jin tevlî konferansê bibin û ji Piştevaniya Mor a Edeneyê Pelîn Çîçek banga tevlîbûnê kir.   Pelînê diyar kir ku wek Piştevaniya Mor bi salane bi jinan re li bajarên Tirkiyeyê faaliyet meşandine û got ji bo toreke xurtir ava bikin wê li qadan bin. Pelînê got li gelek cihî torên piştevaniyê ava kirin û ligel van jî piştgirî dane jinan û got: “Ev ê konferansa me ya duyem be. Me du sal berê li Stenbolê pêk anîbû. Ev rastiyeke, li ser jinan êrîş didomin. Mînak herî dawî jî me di Las Tesîdê de dît.”   ‘Wê hemû cudahî bên cem hev’   Pelînê destnîşan kir hedefa wan ev bû ku konferanseke jinan a girseyî pêk bînin û piştevaniya jinan mayînde bikin û got dixwazin hemû nasnameyan bînin gel hev. Pelînê her wiha got wê hunermend, lîstikvan parlamenter û nûnerên rêxistinên girseyî jî tevlî konferansê bibin.   Pelînê di dawiya axaftina xwe de got wê ji gelek bajaran wesayît rabin û bang li hemû jinan kir ku tevlî konferansê bibin.