'Hîn bayê eşqa azadiyê yê hêviya rizgarkirina Efrînê li me dide' 2020-02-06 09:03:51   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Jina bi navê Nesrîn Cimo ya ji herêma Şehbayê ye, li ser kêliyên Berxwedana Serdemê û watedariya hestên berxwedanê wiha got: "Em têkoşîna xwe dewam dikin. Efrîn nabe warê dagirkeran. Hîn bayê eşqa azadiyê yê hêviya rizgarkirina Efrînê li me dide."    Dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Kantona Efrînê kiribû û di encamê êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes koçber bûbûn. Kêliyên ku mirovan di wê berxwedanê jiyane di binhişiya wan de cihekî girîng digire. Hin ji wan bi watedariya wan rojan têkoşîn dikin û hin jî li benda biryara aramiyê ne ku rojekê vegerin ser axa xwe û bîranînên xwe bi hest û rondikên nazik bijîn.  Têkildarî mijarê jina bi navê Nesrîn Cimo ku ew bi xwe hevjîna pakrewanekî ji pakrewanên berxwedana serdemê ye, hestên xwe û watedariya wan rojên di nava têkoşînê de bi me re parve kir.   'Min bi destên xwe pakrewan oxir dikirin'   Nesrînê di destpêka gotinên xwe de destnîşan kir ku rihê wan ê berxwedanê ew ê her dem zindî bimîne û wiha got: "Li Efrînê ez di şaredariya gel de dixebitîm. Dema ku dewleta tirk êrîşê herêma me kir, êdî Efrînê rextê cengê da ser milê xwe û em hemû bûn leşkerên serdemê. Her mirovek di Efrînê de li gor imkanên xwe tevlî cenga têkoşînê bû. Min bi destên xwe pakrewan oxir dikirin."   'Dayikên Efrînê bi tilîliyan zarokên xwe oxir dikirin'   Di nava axaftinên xwe de Nesrînê bal kişand ser kêliyên ku di berxwedana serdemê de jiyaye û wiha domand: "Di cihê amadekirina pakrewanan de em 4 hevjînên pakrewanan bûn. Em her roj hestekî cuda dijiyan. Dema ku pakrewan danîn, me ji xwe re digot wan di oxira azadiya welatê xwe de canê xwe feda kirine. Îrade û hêza me ew bû ku em jî li ber xwe bidin û xwedî li keda wan derkevin."     'Me teslîmiyet qebûl nekir'   Nesrînê gotinên xwe bi  barandina rondikên germik bi dawî kir û got: "Li Efrînê dewleta tirk a dagirker hemû cureyên komkujiyan li ser sivîlan pêk anî. Lê me teslîmiyet qebûl nekir. Em têkoşîna xwe didomînin. Efrîn nabe warê dagirkeran. Hîn bayê eşqa azadiyê yê hêviya rizgarkirina Efrînê li me dide."