'Me berxwedana xwe nîşanî tevahî cîhanê da' 2020-02-06 09:03:06   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Jinên Êzidî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk di êrîşên xwe yên hov de Kurdên Êzidî armanc girtin, lê berxwedana Kurdên Êzidî ji êrîşên dewleta tirk bi hêztir e."   Dewleta tirk di 20'ê çileya 2018'an de êrîşî Efrînê kir. Di encamê de bi dehan sîvîlî jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û koçber bûn. Têkildarî êrîşên li ser Efrînê jinên Êzidî nêrînên xwe anîn ziman.   'Em hemû pêkhate bûn yek ruh'   Yasmîn Cindo ya ji gundê Qestel Cinda ya navçeya Şerayê ya Efrînê ye diyar kir ku Gelê Kurd her ji bo aşitiyê şer kir, dewleta tirk vê aşitiyê napejirîne û êrîşî gel kir û wiha pê de çû: "Em wek Kurdên Êzîdî bi salane li Efrînê dijîyan, li gundê me hemû pêkhate hebûn û me wekhev jiyana xwe dom dikir. Dema dewleta tirk êrîşî Efrînê kir, wek hemû pêkhateyan em jî bûn armanca dewleta tirk. Dewleta tirk bi hemû çekên giran êrîşî Efrînê kir. Em hemû pêkhate bûn yek ruh û me berxwedana xwe nîşanî tevahî dinyayê kir. Dewleta tirk li Efrînê komkujî pêk anîn, ji bo wê em neçar man li gundê xwe derkevin û em koçber bûn. Gelê Kurd her ji bo aşitiyê şer kir, dewleta tirk vê aşitiyê napejirîne û êrîşî gel kir. Niha jî em li Şehbayê duyemîn qonaxa berxwedana Serdemê dijîn û xwe bi rêxistin dikin."    'Ji bo em bi komkujiyê rû bi rû nemînin em ji Efrînê derketin'   Şêrîn Mihemed a ji gundê Basûfanê ya girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê ye li ser êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê axivî û wiha got: "Kurdên Êzidî di berxwedana Serdemê de rola xwe lîstin û 58 rojan li ber xwe dan. Me jî ji bo hêzên xwe her xwarin amade dikir û li gel şervanên xwe me axa xwe diparast. Ji bo em bi komkujiyê rû bi rû nemînin em ji Efrînê derketin. Em niha jî li Şehbayê li ber xwe didin û wek Êzidî me xwe bi rêxistin kir. Em ê her li ber xwe bidin da ku Efrînê rizgar bikin."