ROJEVA 6'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-06 09:00:00   *Jinên Êzidî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk di êrîşên xwe yên hov de Kurdên Êzidî armanc girtin, lê berxwedana Kurdên Êzidî ji êrîşên dewleta tirk bi hêztir e." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Nesrîn Cimo ya ji herêma Şehbayê ye, li ser kêliyên Berxwedana Serdemê û watedariya hestên berxwedanê wiha got: "Em têkoşîna xwe dewam dikin. Efrîn nabe warê dagirkeran. Hîn bayê eşqa azadiyê yê hêviya rizgarkirina Efrînê li me dide." DÎMEN HEYE   *Endamên Komîteya Amadekirina 4’emîn Mîhrîcana Mîtan, derbarê amadekariyên mîhrîcanê yên di pişt perdeyê de wiha gotin: "Erka me ye ku em hunerek  xweş û bi wate ji civaka xwe re derxînin pêş, wisa keda me watedar dibe."DÎMEN HEYE   *Koçerên ku havînan diçin zozanan ji destpêka zivistanê de ji ber sermayê li navçeya Silopiyê konên xwe danîne. Koçerên ku li navçeya Silopiyê konên xwe vedane û jiyana xwe didomînin debara xwe bi sewalkariyê dikin û jiyanek wan a zehmet heye. BI DÎMEN   *Piştevaniya Mor der barê konferansa wê di 8-9’ê Sibatê de li Stenbolê pêk bê de li Edeneyê bang kir. Ji Piştvaniya Mor Pelîn Çîçek wiha got: “Wê ji gelek bajaran wesayît rabin. Em li hêviya hemû jinan e. Em ê li dijî newekheviyan bi nasnameyên cuda tevlî konferansê bibin. DÎMEN HEYE   *Qeyûmê şaredariya Sûrê midûrê mêr tayînî Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jin kir û navend veguhert qehweyê. Jinên taxê bertek nîşan dan û gotin:"Ev derbeyeke li hember jinan e. Em vê qebûl nakin û em ê her dim dengê xwe bilind bikin."DÎMEN HEYE   *Jinan balkişand ser rayaya ku didin nobedaran û sererastkitina ku ji aliyê Komîsyona Karê Hundir a Meclîsê ve hatiye qebûlkirin û gotin: “Ev rayeya ji bo nobedaran hatiye dayîn wê binpêkirinan jî bixwe re bîne. Mafê jinan di bin tehdîdek mezin de ye. Divê demildest bê vekişandin.” BI DÎMEN   *HDP di 23’ê Sibatê de diçe kongreyê û Komîsyona Mutabakata Jina Azad hat avakirin. HDP’ê ku nûneriya wekhev esas girt, di Komîsyona Mutabakata Tevlihev de jî nûneriya jinê esas girt.   *6 jê jin 7 kesên di 25’ê Mijdarê de buroşur belav kibirûn hatibûn girtin û der barê wan de îdianame hat temamkirin. 7 kes wê bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê’ di 11’ê Sibatê de derkevin pêşberî dadger.   *Li Nisêbînê malbatên ku mifteyên avahiyên TOKÎ qebûl nekiribûn, gilî kiribûn. Derket holê ku Berpirsê Ofîsa Veguhestina Bajar ya Nisêbînê ku ji rêbazên teslîmkirina avahiyan berpris, ji malbatan bertîl girtiye. Hat îdiakirin ku piştî bûyer derket holê şûnde jî Sercan Barut winda bûye.