Ji ber barîna berfê rêya 358 gundan hat girtin 2020-02-05 13:51:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber barîna berfê rêya 358 gundên bajarên Êlih, Sêrt, Çewlîg û Şirnexê hatin girtin.    Ji duh ve li bajarên wek Êlih, Sêrt, Çewlig û Şirnexê barîna berfê didome. Ji ber barîna berfê li Çewligê rêya 252 gundan, li Êlihê rêya 76 gundan, li Sêrtê rêya 21 gundan û li Şirnexê rêya 9 gundan bi giştî rêya 358 gundan li çûnehatê hat girtin. Hat zanîn ku li van gundan ekîbên girêdayî Îdareya Taybet a Bajaran rêya gundan vedike.