Hejmara miriyên vîrusa korona derket 491 kesî 2020-02-05 13:50:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çînê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane derket 491 kesan.    Li Çînê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 491'an, hejmara kesên ku vîrus li wan geriya jî derket 24 hezar û 324'an.   Li welat ji ber şewbê hejmara kesên ku guman heye vîrus gihîştiye derket 23 hezar û 260'an, hejmara kesên ku hildane bin kontrolê jî derket 185 hezar û 555'an