Li Herêma Federal a Kurdistanê mafê 66 rojnamegeran hat binpêkirin 2020-02-05 13:36:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora nû ya Sendîkaya Rojnamegeriya Herêma Federal a Kurdistanê, di 6 mehên dawî yên sala 2019’an de, li herêmê binpêkirina mafê rojnamegeran zêde bûne. Li gorî raporê di sala 2019’an de mafê 66 rojnamegeran hatiye binpêkirin.    Li bajarê Hewlêrê Sendîkaya Rojnamegeriya Kurdistanê, rapora derbarê binpêkirinên di 6 mehên dawî ya sala 2019’an de hemberî rojnamgeran hatî kirin, aşkere kir. Li gorî raporê di sala 2019’an de mafê 66 rojnamegeran hatine binpêkirin. Li gorî raporê li Silêmaniyê 17, Hewlêr 17, Kerkûk 17, Dihok 8, Bexda 1, Xaneqîn 3, Helebce 1 û li Musilê jî mafên rojnamegeran hatine binpêkirin.    Her wiha di raporê de hate gotin ku di sala 2019’an de li rojavayê Kurdistanê 13 rojnamegerên Kurd jiyana xwe ji dest dane.