Li Amerîkayê bêtir jin diçin pirtûkxaneyan 2020-02-05 10:59:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî îstatîstikên Amerîkayê welatî li şûna sînema û aktîvîteyên din pirtûkxaneyan tercîh kirine. Di sala 2019’an de ji sedî 10.5 welatiyên amerîkî çûne pirtûkxaneyan. Li gorî vê raporê jî jin ji mêran zêdetir çûne serdana pirtûkxaneyan.   Li gorî rapora îstatîstîkên 2019’an a li Amerîkayê ji sedî 10.5 kes çûne pirtûkxaneyê. Li gorî vê raporê jî jin ji mêran du qat zêdetir çûne serdana pirtûkxaneyan. Serdana pirtûkxaneyê ji sînemayê, ji werzîş û muzîkê pirtir eleqe dîtiye.    Li gorî vê raporê li Amerîkayê sedi 13.4 jin û sedî 7.5 jî mêr serdana pirtûkxaneyê kirine. Mêr bi piranî çûne cihên kêyfî, çalakiyên werzîşan û parkên neteweyî. Kesen ku çûne pirtûkxaneyê piranî 30 - 49 salî ne. Ji ber ku pirtûkxane bê pere ne û înterneta wê jî heye mêvanên pirtûkxaneyê piranî kesên feqîr û bêmal in. Kesên ku li herema rojhilata Amerîkayê dîjîn piranî serdana muzeyan kirine. Ji aliyê din ve kesên ku li rojavayê Amerîkayê dijîn piranî çûne parkên netewî-dîrokî û qumarxaneyan.