Jinên Mexmurê nerazîbûn nîşanî êrşên çeteyan dan 2020-02-05 09:03:44   MEXMÛR - Jinên wargeha penaberan a Mexmurê ku nerazibunên xwe li dijî êrişên DAÎŞ ê anîn ziman.   Li gel amabargoya ku ev 7 meh e li ser Warge Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî berdewam dike, di 2'yê mehê de jî herî dawî çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî  wargehê kirin. Lê êrîş ji aliyê Hêza Parastina Cewherî ya Mexmûrê ve hat şikandin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 3 şivanên wargehê birîndar bûn û du çete jî hatin kuştin. Her wiha ji ber ambargoya ku  7 meh e didome birînadarên ku wê bigahanda nexweşxaneya bajarê Hewlêrê jî ji alîyê asayîşa hêzên PDK’û ve hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku bibin nexweşxaneyê.   Derbarê êrşan û ambargoyê de jinên wargehê nerazîbûna xwe anîn ziman û diyar kirin ku çeteyên DAÎŞ'ê bi hevkariya hukumeta heremê û dewleta Tirk êrişî wan dikin.   ‘Êrîşî me dikin û alîkariyê didin dewleta tirk’   Jina bi navê Mexbub Salih bal kişand ser êrişan û wiha got:” Ev 26 sal e em penaber in û ji sala1994’an heta niha ev êriş li ser me berdewam dikin. Ji ber zilma dewleta tirk ku li me kir, em ji warê xwe koçber bûn malên me hatin şewitandin,talankirin û em hatin cem xwişk û birayên xwe yên kurd.  Lê ew jî bi hevkariya dewleta Tirk her tim êrişî me dikin.  Ev 7 mehe ambargu û dorpêç li ser wargehê berdewam e. Hukumeta Herêma Kurdistanê nahêle ku nexweşek jî derbas bibe, nahêle karkerên me, tu şêniyên wargehê derbasî bajarê Hewlêrê bibin û pêwîstiyên xwe pêk bînin. Bi caran e çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî wargehê dikin. Lê hîn hukumeta herêmê nerazîbuna xwe ne aniye ziman,çima dengê xwe nake, birîndarên me çêbun asayîşa PDK’ê destur neda ku birindarên me jî bên derbaskirin. Ev neheqî ye. Gelo me çi li wan kiriye.”   'Ferq tune ye her çar parçeyên Kurdistanê yek in'   Zeynep Ehmed jî axivî û got: “Em nizanin sedema wê çi ye ku ev 7 meh e ambargo danîne  ser me. Ne dihêlin karkerên me biçin ser karên xwe,ne dihêlin nexweşên me bên derbaskirin. Ev çend dayik zarokên wan di zikê wan de mirin û hikûmeta herêmê destur neda ji bo biçin nexweşxanê derbas bibin. Em ji hikûmeta herêmê dipirsin sedema vê ambargoyê çi ye û çima ambargo danîne ser penaberên xwe. Em hemu kurd in çawa mafê we heye li ser vê xakê bijîn mafê me jî heye ku em li ser vê xakê bijîn. Ferq tune ye herçar parçên Kurdistanê yek in.  Dijmin jî tu cudahiyê naxe nav kurdan û êrîş dike.”   "Sê roj berê ji ber êrîşa çeteyan 3 kes birîndar bûn"   Şîrîn Yaman jî li ser êrîş û ambarguyê axivî û got: “Em di pêvajoyek herî hesas re derbas dibin. Şêniyên wargehê di demên herî zor û zehmet re derbas dibin. Divê zivistanê de ne gaz, ne ceryan li wargehê tune ye.  Tu gunehê kesên penaber nîne ku ev hukumet wiha nêzîk dibe. Hikûmetê hemû rê li ber me girtin û  bi hevkariya dewleta tirk bi rêya çeteyên DAÎŞ ê li gel vê ambargoyê êrişî me dikin. Weke şêniyên wargehê me tiştek bi kesekî ne kiriye û me zerer nedaye kesekî. Pêwîste di rewşeke wisa de hikûmeta herêmê xwedî li me derketiba û êrîşî me nekira. Hemu zarok in û kesên nexweşin di vê wargehê de. Çima wisa li me dikin û êrişî me dikin. Ev şênî di aliyê aborî de pir tengasiyê dikişinin.  Ji ber ambarguyê kes nikare biçe kar û zarokên xwe xwedî bike. Kesek nikare biçe vê deştê û ji bo xwe lawirek xwedî bike. ,Yên diçin jî bi êrişên DAÎŞ ê re rûbirû dimînin. Du roj berê ji ber êrişa çeteyan 3 şivan birîndar bûn. Em ê çawa debara xwe bikin.”