'Em parastina welatê xwe dikin' 2020-02-05 09:01:56   Xezne Celal   KOBANÊ - Ji Rêveberiya HPC-JIN'ê Şukriye Muslim bang li jinan kir ku bi erka xwe rabin, şerê taybet ê ku ji aliyê netew-dewletan ve li ser jinan tê meşandin qebûl nekin û got: "Em wekî Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bikin yek û li dijî dagirkeriyê li berxwe bidin."   Ji bo avakirina welatekî aram pêwistî bi parastinê heye. Şervanên Hêza Sûriya Demokratîk (QSD), Asayîş û Hêza Parastina Civakî (HPC) bi vê erkê radibin û parastina welatê xwe dikin. Hêza Parastina Civakî di sala 2015’an de ji aliyê gelê Kobanê ve bi awayekî fermî hat damezrandin. Piştî damezrandina hêza parastina civakî li bajar, navçe û bajarokên Kobanê gel xwe perwerde û bi rêxistin kirin û li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê parastina xaka xwe dikin. Di vê derbarê de ji rêveberiya Hêza Parastina Civakî ya jin (HPC-JIN) a Kantona Kobanê Şûkriye Muslim ji ajansa me re axivî.   'Pêwistî bi parastinê heye'   Şûkriyeyê destnîşan kir ku her tim dewleta tirk gef û êrîşan li herêmên Bakurê Sûriyeyê dixwe û got: "Di rewşeke wisa de pêwistî bi parastinê heye, bi taybet jî parastina jinê. Ji ber ku tu hêzên leşkerî di Kobanê de tune ne, kar herî zêde li ser milê hêza parastina civakî û parastina jinê dimîne. Piştî ku Serêkanî û Girê Spî ji aliyê dewleta tirk ve hatin dagirkirin, dewleta tirk û hevkarên wê her roj gefan li Kantona Kobanê jî dixwe. Kar û xebata me di vê dema dawiyê de zêde bû, bê navber dewriyên me di nava bajêr de digerin û beşên me yên kontrolê her şev bajêr kontrol dikin. Li kêleka wê perwerdekirina jinan di aliyê leşkerî de jî bê navber didome.”   'Erka me ya sereke parastin û perwerdekirina jinan e'   Şûkriyeyê behsa perwerdeyên ji jinan re tên lidarxistin kir û wiha pê de çû: "Wek parastina jinê me li komîn, meclis û akademiyan civîn ji gel re li dar xistin. Di civînan de rewşa herêmê ji şêniyan re tê nirxandin û li akademiyan 3 rojan perwerdeya leşkerî tê dayîn. Divê demê de tê xwestin ku her mirovek bikaranîna çekê zanibe, ji ber ku her çar aliyên Kobanê dorpêçkiriye û em nizanin wê kengî dijmin êrîşî me bike. Ji ber vê yekê pêwist e em xwe perwerde bikin û ameda bin ku welatê xwe biparêzin. Erka me ya sereke parastin û perwerdekirina jinan e. Li ku derê bê xwestin em amade ne. Em parastina welatê xwe dikin. Em ê heta dawiyê vê yekê bidomînin.”   'Em ê li dijî dagirkeriyê li berxwe bidin’   Şukriyeyê teqez kir ku bi salan e jin ji bo mafê xwe têkoşîn dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yên di dîrokê de heta roja me ya îro êş û zilim dîtine jin in. Bi saya fikir û felsefaya Rêber Apo jinan maf û hebûna xwe nas kirin. Dema ku tu bi xwe doza mafê xwe nekî tu kes doza mafê te nake. Pêwist e her tim tu doza mafê xwe bikî. Di van salên dawiyê de derfet ji bo jinan hatin vekirin û daxwaza jinan jî hebû. Jin îro di hemû qadên jiyanê yên leşkerî, siyasî, çandî, aborî, diplomasî û civakî de cihê xwe girtin. Bangewaziya min ji bo jinan hemû ew e ku bi erka xwe rabin û şerê taybet ku ji aliyê netew-dewletan ve li ser jinan tê meşandin qebûl nekin. Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bikin yek û li dijî dagirkeriyê li berxwe bidin."