ROJEVA 5'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-05 09:00:00   *Ji Rêveberiya HPC-JIN'ê Şukriye Muslim bang li jinan kir ku bi erka xwe rabin, şerê taybet ê ku ji aliyê netew-dewletan ve li ser jinan tê meşandin qebûl nekin û got: "Em wekî Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bikin yek û li dijî dagirkeriyê li berxwe bidin." DÎMEN HEYE   * Berdevka Komeleya Newroz a li Lubnanê Henan Osman, rewşa aloziya li Lubnanê û pêşketinên siyasî nirxand û got: "Li Lubnanê rewşeke aborî ya xerab heye û hikûmeta heyî tenê ji bo berjewendiyên xwe biparêzin, gel bi zehmetiyên jiyanî re rû bi rû dihêle. Vê yekê hişt ku êdî gel bi xwe doza mafê xwe bike û hebûna xwe  mayinde bike."   *Jinên wargeha penaberan a Mexmurê ku nerazibunên xwe li dijî êrişên DAÎŞ ê anîn ziman bang li hikûmeta herêmê kirin. BI DÎMEN    *Z.S ya ji ber rejîma Îranê reviya û hat Wanê wiha got: “Li cihê dixebitim, xwediyê kargeriyê dest dirêjî min kir. Li vir bi dehan jinê nas dikim, ji ber bêderfetiyên aborî ketin nava tora fuhuşê.”   *Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê Îdîl Yalçiner Şîmşek sererastkitina ‘di îstîsmara zarokan de bi riya zewacê efû’ ya di pakêta darazê ya duyemîn de cih digire nirxand û diyar kir ku ev sererastkitin wê zewacên di temenê biçûk de û îstîsmara zayendî rewa bike û got ev ê welatê me ji cîhan modern dûr bixe û ber bi tarîtiyê ve bibe.   *Li Nisêbînê du hefte berê derket holê ku mêrê bi navê Ridvan Yeşîlmen zarokek îstîsmar kiriye û li ser gilîkirina malbatê Ridvan Yeşîlmen hat girtin. Piştî bûyer derket holê şûnde, ji şêniyê taxê Yasemîn ji ajansa me re axivî û diyar kir ku gelek zarok ji aliyê gumanbar ve hatine îstîsmarkirin. DÎMEN HEYE   * Jinan diyar kir desthilatdarî bi qanûnan jî nikare jinan biparêze û bi rayeya ku didin nobedaran wê zêdetir jinan bikin bin tehdîdê û got sererastkirin ji bo desthilatdariyê hatiye kirin. Dîlek Sureklî diyar kir ku piştî darbeyê bi hezaran kesên berdan kolanan mînaka vê ye û got şîdeta nobedar li Stenbolê pêk hat û wê ev berdewam bike. DÎMEN HEYE   * Melîke Canli der barê Tuncay Kaltar ku 6 salan bi awayekî sîstematîk ew tehdîd û tacîz kir de doz vekir û di rûniştina sêyemîn de jî der barê Tuncay de biryara girtinê derneket. Melîke Canli bertek nîşan da û got daraz jinan naparêze. DÎMEN HEYE    *Mêran di meha çileyê de herî kêm 33 jin qetil kirin û 22 jin jî bi taciz, tecawiz û tundiyê rû bi rû hiştin. Herî kêm 19 zarok jî bi komkujî, mirina bi guman, êrîşa zayendî, tundiyên cur be cur rû bi rû hatin hiştin.