'Komplo di şexsê Abdullah Ocalan de li ser Gelê Kurd hat meşandin' 2020-02-04 15:23:38   KOBANÊ - Bi armanca şermezarkirina salvegera komploya navnateweyî ya 15'ê Sibatê ya li ser Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin Kongra Star  a Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê, dest bi rêzeçalakiyan kir.   Komploya navneteweyî ya li ser Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat meşandin, 21 sal li peyî xwe hişt. Têkildarî mijarê îro bi sedan jinên Kantona Kobanê, sazî û dezgehên jin bi pêşengtiya Kongra Star li qada jina azad daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Îlham Misko ve hat xwendin.   'Komplo di şexsê Abdullah Ocalan de li ser Gelê Kurd hat meşandin'   Di daxuyaniyê de  wiha hat gotin: "Bi boneya 21'emîn salvegera komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî Gelê Kurd hat meşandin, em bang dikin ku li dijî komployê cîhan bêdeng nemîne. Bi armanca fetisandina şoreşa azadiya Gelê Kurd, Rêberê me dîl hat girtin û niha jî gelek bajarên me hatine dagirkirin. Em ê heta dawî li dijî girtin û îşkenceya li ser siyasetmedarên me, girankirina tecrîda li ser Rêberê me, komkijî û qirkirina li ser gelê me, êrişên hovane û talankirin her wiha koçberkirina bi darê zorê, derkevin. Em weke Gelê Kurd û hemû gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li ser pîya ne û li berxwe didin.   'Felsefeya Rêber Apo, felsefeya azadiya jinê ye'   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta tirk bi riya çeteyên DAIŞ'ê êriş bir ser Şengal, Rojava û Bakurê Suriyeyê. Her wiha di van êrîşan de jin hedef girtin. Jin bi êrîş tecawizkirin, revandin û qetilkirinê rû bi rû tên hiştin. Êrîşên 9'ê Cotmehê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê û êrîşên 20'ê Çileyê yên li ser Efrînê berdewamiya tecrîda li ser Rêber Apo ye."    Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "Em wekî jin xwedî li Rêber Apo û berxwedana ku dimeşîne derdikevin û xebatên xwe berfirehtir bikin da ku em Rêberê xwe di nava xwe de azad bibînin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.