'Jin pêşengtiya pergala demokratîk dikin û hebûna xwe diparêzin' 2020-02-04 13:21:04   Roj Hozan-Rojda Seydxan   QAMİŞLO - Jinên beşdarî civîna salane ya Kongreya Star a Rojava bûn bal kişandin ser pêşengiya jinê ya di qada demokrasiyê de û wiha gotin: "Jinên Kongreya Star li Rojavayê Kurdistanê bedena xwe dane ber agirê şoreşê û mohra xwe li dîrokeke nû ya azadiya jinê û hebûna wê xistin. Jin pêşengtiya pergala demokratîk dikin û hebûna xwe diparêzin."   Civîna Koodînasyona Kongreya Star a ku li bajarokê Rimêlanê bi tevlîbûna 80 delegeyên jin ên ji her sê kantonê Rojavayê Kurdistanê hatibû lidarxistin, bi dawî bû. Civîn bi armanca  nirxandina rewşa jinê ya di qada siyaset, rêxistinî û xebata wê di nava civakê de hat lidarxistin. Jinên beşdarvan derbarê vê civînê de nerînên xwe bi me re parve kirin.   'Xwestin di şexsê jinê de  dawî li pergala netewa demokratîk bînin'   Endama Rêveberiya Kongreya Star a qada Lubnanê Netewî Xemgîn li ser komcivîna ku hat lidarxistin wiha nêrîna xwe anî ziman":Di vê civînê de zêdetir nirxandinên sala borî me bi hev re  parve kir. Jinên ku xebat dane meşandin heta kîjan astê ji pirsgirêkan re dikaribûn bibin bersiv berfireh hat destgirtin. Di sala borî de jin di aliyê xwe yê rêxistinî de gihaşt asteke pir xurt. Bi taybet di êrîşê li ser Serêkaniyê û Girê Spî de jinan têkoşînek mezin di her qadê de dan. Dagirker û desthilatdaran xwestin di şexsê jinê de netewa demokratîk a ku  îro jin bi rê ve dibe, dawî lê bînin û di nav de jî îradeya civaka me tune bikin. Jinan di Rojavayê Kurdistanê û derve jî,  bedena xwe dane ber agirê şoreşê û mohra xwe li dîrokeke nû ya azadiya jinê û hebûna wê xistin. "   'Dijmin ji siyaseta jinê ditirse'   Netewî di dewama axaftina xwe de bal kişand li ser rêxistina jinê ya di aliyê siyasetê de û wiha pê de çû: "Di qadên siyasî de, jin gihaştiye asteka bilind. Ji ber aliyên jinê yên rêxistinî, siyasî pêş ketiye civak jî pêş dikeve. Jinê di aliyê siyasetê de jî roleke xwe ya girîng lîst, dikarîbû rewşên heyî ber bi guhertinê ve bibe. Mînaka wê jî siyasetmedara jin Hevîn Xelef a ku bi rengekî hovana ji aliyê çeteyên dagirker ve hat qetilkirin e. Dijmin ji siyaseta jinê ditirse. Di şexsê Hevrînê de jinan bêtir xwe bi hêzkir û bandorek xwe ya bi nav û deng li ser tevahî jinên cîhanê kirin."    'Şervanên jin temamiya hêza jinê ye'   Netewî di nava nêrînên xwe de qala qada parastina jinê û rola wê di parastina ax û rûmetê de kir û wiha dom kir: "Rêxistina jinê hêzeke xwe ya leşkerî heye. Hêza xwe ji birdoziya xurt digire. Ev yek jî di şexsê şervanên şerker de hat diyarkirin. Şervanên parastina jinê temamiya hêza jinê ye. Ya girîng em her tim keda jinê û xebata wê bidin zindîkirin. Kombûna me jî li ser vî esasî bû, ku jin bibin xwedî biryareke xurt ."    'Divê hêza jinan bibe yek'   Berdevka Komîteya Perwerdeya  Kongreya Star Rîhan Loqo wiha nêrîna xwe anî ziman:  "Tevahî herêmên ku Kongreya Star lê hatiye avakirin, li hev kom bûn. Ji bo em bikarin sîstem û nirxanidên xwe li ser esasekî rast bikin, divê jin li hev kom bibin û hêza jinan bibe yek. Heta niha jin ji piraniya pirsgirêkên civaka xwe re, bûye bersiv. Li dijî zewaca di temenê biçûk de, revandina jinan û gelek pirsgirêkên wekî din jinan têkoşînek mezin dane. Ji bo em civakê perwerde bikin û pêş  bixin, divê em li gor hemû şert û mercan amade bin."