Malên Gel giliya Kizilay û Başkentgazê kir 2020-02-04 12:33:23   ENQERE - Hevseroka Giştî ya Malên Gel, Dilşat Aktaş û endamên MYK'ê, giliya Kizilay û Başkentgazê kirin.    Hevseroka Giştî ya Malên Gel, Dilşat Aktaş û Endamê Lîjneya Birevebirina Navendî (MYK) Mûstafa Eberlîkose û Sekreterê Hiqûqî Sercan Aran, li Edliya Enqereyê giliya Kizilay û Başkentgazê kirin. Malên Gel, têkildarî giliyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinek kir û ev tişt nivîsand: "Dayina pereyan ji ser Kizilayê a Başkentgazê ya Weqfa Ensarê sûc e û dizîya bacê ye. Ji bo ku hûn destûr nedin sûcên şîrket, komele û weqfên nêzî desthilatê bên veşartin, hûn jî dikarin serî li dozgeriyê bidin û li wezaretê îxbar bikin."