‘Li girtiyên nexweş bi awayekî fîlî cezayê mirinê tê ferzkirin’ 2020-02-04 09:15:17   ENQERE - Cigira Serokatiya Giştî ya EMEP’ê Şukran Dogan, der barê rewşa girtiyên nexweş û yên li girtîghê jiyana xwe ji dest dane de axivî û got bi awayekî fîîlî cezayê mirinê tê ferzkirin.”   Li gorî daneyên ÎHD’ê, li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê 45 jê giran bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş hene û tenê di 2019’an de 50 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî di 25’ê çile de li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê Huseyîn Polat jiyana xwe ji dest dabû. Cigira Serokatiya Giştî ya EMEP’ê Şukran Dogan, der barê girtiyên nexweş yên jiyana xwe ji dest dane de nirxandin kir.   Hinceta ‘li nexweşxanê ode tune’   Şukranê bi lêv kir ku gelek girtiyên nexweş yên divê demildest bên berdan hene û got: “Gelek girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî Huseyîn Polat jiyana xwe ji dest da. Tevî ku xwîn herikîbû ser mîdeya wî, li nexweşxanê nehatibû razand. Bi îdiaya ku li nexweşxanê ode tune razadina wî nehatibû kirin.”   ‘Zextan dikin’   Şukranê diyar kir ku rewşa girtiyan çiqas giran be jî nayên tahliyekirin û hewl didin bi vê li ser civakê zextan bikin û bi awayekî fîîlî mirinê li girtiyanf erz dikin. Şukranê ev tişt daxuyand: “Li dijî girtiyên nexweş bêdengiyeke heye. Ji bo girtîgehan hewldaneke taybet divê hebe. Di seranserê desthilatdariya AKP’ê de hejmar girtiyan ji sedî 285 zêde bûye û sedema vê jî girtina HDP’î û hevşaredaran e. Ji bo girtiyên nexweş bên tahliyekirin jî divê dengê gel hîn bêtir xurt derkeve.”