Binpêkirina mafên mirovan a li Serêkaniyê 2020-02-04 09:03:02   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Serêkaniyê îro di nava pençeyên dewleta tirk  û hevkarên wê de ye. Ji roja kontrolkirina herêmê û destpêkirina guhertina demografiyayê, binpêkirinên derheqê şêniyên ku li wir dijîn taybet jinên kurd, ereb û şîşanî bi êrîşên zayendî re rû bi rû dimînin. Binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe.    Serêkaniyê malzaroka herêma Firat û Cizîrê ye. Di serdema Aramniyan de bi navê (Gabara) serdema Aşûriyan (Gozana) serdema Romaniyan de jî (Reş Êno û Ên Werid dihate nasîn, lê niha bi navê Serêkaniyê ango Waşû Kanî li tevahî cîhanê tê naskirin. Selah El-Dîn El-Eyûbî Serêkaniyê di serdema Ebesiyan de ji xwe wekî cihê bêhinvedanê hilbijartibû. Kurd, ereb, şîşan, êzîdî, suryanî, mardilî, tirkmen û ermenî lê dijîn. Gelê herêmê li ser bingeha jiyana hevbeş dijiyan, mîrasê ku ji kal û pîrên xwe girtibûn diparastin.    Êrîşa 12'ê Mijdara 2012'an    Di 12'ê Mijdara 2012'an de çeteyên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, Sultan El-Mûrad, Neviyên Temo û çeteyên oposizyona Sûriyeyê êrîşî Serêkaniyê kirin. Şervanên YPG'ê wê demê tenê bi keleşa xwe li hember ewqas çeteyên ku dewleta tirk pêşengtiya wê dike, li ber xwe dan û dikaribûn nirx û dîroka herêmê biparêzin. Çirûska azadiyê ku li Kobanê vêket û gihaşt Serêkaniyê, nikarîbûn wê bitemirînin û ji nû ve koletiyê vejînin.    Piştî rizgarkirinê pêvajoya nû hat destpêkirin   Piştî ku herêm hate rizgarkirin êdî meclisa gel a bi navê TEV-DEM'ê hate avakirin. Di rêya wê de jî gelek komîn li navçeyê û gundên girêdayî wê hatin avakirin. Gel dikaribû di rêya komînan de xizmetê baş bigirin him jî dîroka xwe bi riya perwerdeyên ku dihatin dayîn, nas bikin. Xebatên komînan di heman demê de xwe û civaka xwe bi rêxistin kirin bû. 128 komîn û 7 meclisên navçeyê hebûn.     Avakirina Kongreya Star û Mala Jinê    Di sala 2014'an de jî Kongreya Star her wiha Mala Jinê hatin avakirin. Ji pirsgirêkên jin û malbatê, jin û eşîreyê, jin û mîrasê wekî mal û erdan, dibûn hêza çareserî û guhertina hişmendiya civakê. Her wiha perwerdekirina bi hezaran jinên herêmê û tevlîbûna wan ê di nava xebatên giştî û xweser de roleke sereke û ber bi çav lîstin.    Kooperatîf û komînên jinan   Kooperatîfa firinê û 37 kooperatîfên çandiniyê li navçeyê hatin avakirin. 6 kooperatîfên çandiniyê yên xweser jî hatin vekirin.   Konên mertalên zindî   Li dijî dewleta tirk li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê taybet li Efrînê, gelê Serêkaniyê bi hemû netew û olên xwe bi çalakiyên cur bi cur dagirkerî û gef şermezar kirin. Gel di 18'ê Kanûna 2018'an de li dijî dagirkeriyê di navbera sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê de konê Mertalê Zindî vedan û gelê herêma cizîrê dewrî hev dikirin. Zêdetirî 30'î rojî berdewam kir.    Dîsa Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan li dijî Serêkaniyê û Girê Spî gef da xwarin. Gel bi çalakiyên cur bi cur her wiha di 8'ê Tebaxa 2019'an de wekî cara duyem kon vedan û ew jî 18 rojan berdewam kir û ya sêyemîn û dawî jî di 6'Cotmeha heman salê de hate vedan û dewleta tirk di 9'ê Cotmehê de êrîş kir. Gel û şervanên QSD'ê li hember êrîşên dewleta tirk li ber xwe dan.      Êrîşa 9'ê Cotmehê çi bi xwe re anî?   Dewleta tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de tev komên girêdayî xwe, êrîşî gelê Serêkaniyê ku bi hev re li hember êrîşan ber xwe dan, kir. Bi sed hezaran kes tevî jin û zarokan neçarî koçberiyê bûn û niha zêdetirî 4 hezar û 200 malbat li Til Temir, gundewar û dibistanên wê di vê zivistanê de ber xwe didin. Her wiha zêdetirî  7 hezar û 400 malbat di Kampa Waşû Kanîde cih digirin ku ew koçber jî di her kêliyê soza vegera warê xwe di berxwedana xwe de nû dike.   Hevrîn Xelef hat qetilkirin   Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef di 11'ê Cotmehê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve li ser rêya di navbera navçeya Eyn Îsa û navçeya Til Temirê de ango riya M4, bû hedef û di encamê de ew şehîd xistin. Xwestin di kesayeta Hevrînê de hêz û îradeya hemû jinên kurd û eşqa azadiyê û wekheviyê têk bibin.    352 sivîl hatin qetilkirin   Li gorî Heyva Sor a Kurd zêdetirî 352 sivîl li Serêkaniyê, ji ber topbaran û bombebarana dewleta tirk ên li ser navçeyê şehîd bûn. Hejmarek ji wan jî rojnemeger mîna Nûçegîhanê ANHA Seed Ehmed, Nûçegîhanê Çira TV Mihemed Reşo, Wedad Erdemcî û gelê herêma cirîzê dema bi konvoyê berê xwe dan Serêkaniyê da ku birîndaran derbixin rastî komkujiyê ji aliyê dagirkeran ve hatin û şehîd bûn. Her wiha 4 Endamên Heyva Sor dema xwestin birîndaran ji nava şer xilas bikin rastî êrîşên hewayî ji aliyê dewleta tirk ve hatin ew jî birîndar bûn.    Bicihkirina malbatên komên girêdayî dewleta tirk   Komên girêdayî dewleta tirk di çarçoveya guhertina demografiya Serêkaniyê, malbatên xwe lê bicih dikin û dixwazin wê herêmê jî wekî Efrînê bikin. Heta niha agahiyên ku ketine destê me 1500 li taxa Xerabat û Hewarna hatine bicihkirin û beriya 2 rojan jî 60 malbatên din ku piraniya wan ji Idlib û Humsê ne li navçeyê hatine bicihkirin.   Dibistan û ferzkirina zimanê tirkî   23 hezar û 140 xwendekar ji perwerdeya xwe ya îsal bê par man, hin malbatên ku vegeriyane Serêkaniyê û zarokên wan bi darê zorê diçin dibistanan dibêjin ku tenê zimanê(tirkî) li ser wan ferz dikin. Piraniya mamosteyan jî ji herêmên mîna Humis û Idlibê ne ku perwerdeya xwe li Tirkiyeyê dîtine û dixwazin bi riya ziman neslê mirovahiyê û dîroka mîtaniyan qir bikin, wê herêmê bikin herêmeke tirk. Malbat ji ber vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan didin lê riyên revê giştî girtine.   Jin bi êrîşa zayendî, revandin û qetilkirinê re rû bi rû ne   30 jin di nav de 2 kurd, 5 şîşanî di nav de 23 ereb bi êrîşa zayendî re rû bi rû mane. Her wiha li gorî çavkaniyên me ji Serêkaniyê ji me re ragihandin ku 15 jinên din jî hatine revandin û kes nizane ku berê wan dane ku derê û çarenûsa wan jî heyva vê kêliyê jî ne diyar e. 2 jinên ereb ku xwîşkên hev bûn( Cemîla  Ehmed El-Mûsa û Xedîca Ehmed El-Mûsa)di vê heyvê de ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yê girêdayî dewleta tirk ve, hatine qetilkirin.   Revandina ciwanan û xwestina fidyeyan   Her wiha ciwanên herêmê jî ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve tên revandin. Ji malbatên wan fidyê dixwazin, heger derfetê wan jî nebe ku bidin, wan qetil dikin û organên laşê wan derdixin û dibin Tirkiyê û li wir difroşin.