'Em bi hêviyên vegerê re dijîn' 2020-02-04 09:01:50   EYN ÎSA - Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên tund û dijwar bûye sedema talan û wêrana welatan. Jina bi navê Semîra Şêxo û keça wê Şîrîn ên ku bûne şahidê êrîşên tund û dijwar ên dewleta tirk û komên girêdayî wê, wiha dibêjin: "Çeteyan mala me talan kirin. Erebe û pereyên me birin. Niha jî mala me kirine baregeh û girtîgeh. Di çavên wan de kîna dijminatiya mirovan me didît, lê em bi hêviyên vegerê re dijîn."   Dewleta tirk û hevkarên wê di 9'ê Cotmehê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgera xwe ye êrîşên tund dest pê kir. Lê ev tundiya şer di derûniya civakan de dibe sedema xeteriyên  pir mezin. Dewleta tirk û hevkarên wê kiryarên xwe li pêşiya çavên tevahî mirovahiyê, pêk anî. Di encama vê  tevgera êrîşên tund de, gelê herêmê rastî  talanê tê. Jina bi navê  Semîra Şêxo ya temenê wê 35 salî ye û keça wê Şîrîn jî rastî êrîşên tund ên dewleta tirk, hatin. Berî ku komên girêdayî dewleta tirk êrîşî Girê Spî bikin, Semîra tevî malbata xwe ya ku ji 7 zarokan pêk tê, li wir bi aramî dijîya. Piştî êrîşan, Semîra û malbata xwe koçî Eyn Îsa bûye û niha jî li wir dijî. Têkildarî mijarê Semîra ji me re çîroka xwe vegot.   'Çeteyan mala me talan kirin'   Semîrayê di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Dewleta tirk bi hemû teknîka xwe ya pêşketî, êrîşî Girê Sipî û Serêkaniyê kir. Bi êrîşên li ser herêma me re, çete derbasî malên me bûn û bi peyînan deriyê mala me şikandin. Destpêkê çeteyan ji min re gotin çek di mala we de hene, ji me re derxînin, yan jî em ê hevjînê te qetil bikin. Min ji wan re got em sivîl in û tu tiştekî wiha li gel me tune ye. Çeteyan mala me talan kirin, erebe û pereyên me birin. Niha jî mala min kirine baregeh û girtîgeh."     'Min di çavên çeteyan de kîn û dijminatiya mirovan didît'   Keça Semîra, Şîrîn Şêxo tevî ku bi temenê xwe biçûk e jî, lê her kêliyên bi êş yên vê hovîtiyê li ber çavê wê ye. Şîrînê wiha qal dike: "Dema ku çete derbasî mala me bûn, em pir tirsiyan. Hindek ji wan pir girs bûn û hin ji wan jî riyên wan dirêj bûn. Mirovan di çavên wan de kîna dijminatiya mirovan didît. Çeteyan xwîşk û bavê min birin û piştî rojekê ew berdan. Ev çete gund û mala me xera kirin. Bila ji welatê me derkevin."         'Şervanên azadiyê em rizgar kirin'   Şîrînê di nava gotinên xwe de bal kişand ser kêliyên rizgariyê ya ji destên çeteyan û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Di nava dorpêça çeteyên dagirker de, em birçî mabûn û her roj em bi hêviyên rizgariyê jiyan. Şervanên azadiyê dema derbasî gundê me bûn, em ji çeteyan xelas kirin û birin Eyn Îsayê.  Em bi hêviyên vegerê re dijîn."