TAJÊ: Bêdengiya dewletên navneteweyî ya li hemberî Mexmûrê sûc e 2020-02-03 15:02:36   ŞENGAL - Tegera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyaniyek êrîşa li hemberî Mexmûrê şermezar kirin û bang li dewletên navneteweyî kirin û gotin: "Wargeha Mexmûrê li gorî qanûnên navneteweyî tê parastin lê erka xwe pêk naynîn. Li hemberî êrîşan bêdeng dimînin."   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê êrîşên li hemberî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku her tim wargeha Mexmûrê hedef tê girtin û wiha hat gotin: "Aliyek çeteyên DAÎŞ'ê û aliyek dewleta Tirk bi balafirên xwe yên şer êrîşê Mexmûrê dikin. Di encamê de jin, zarok û sivîl jiyana xwe ji dest didin. Her wiha ambargoya ku di meha tîrmehê sala 2019'an de hatî destpêkirin heta îro jî berdewam dike.”   TAJÊ di berdevamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Pêvajoyeke giran li ber me ye. Gelê Kurd her çar parçeyên Kurdistanê û Şengalê bi êrîş û qetlîamê re rûbirû dimînin. Herî dawiyê jî DAÎŞ li hemberî Mexmûrê êrîşek pêk anî. Mexmûr xwedî dîrokeke bi êş, qetlîam, koçberiyê ye û di heman demê de jî cihê qehremanî, berxwedanî û tekoşînê ye. Ligel êrîş û jiyaneke dijwar cihê xwe terk nekirin.   Li hemberî gel qetlîamek pêk tînin   Çend wargeh ji destê çeteyan di sala 2014’an de hat rizgarkir jî heta îro jî dem demî êrîş pêk tên. Ne tenê DAÎŞ, dewleta Tirk jî bi balafirên xwe ên şer êrîşê wargehê dikin. Her wiha piştî ku ambargo danîn ser wargehê li vir jiyan zehmettir bû. Jin û zarok ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan. Ligel vê jî li hemberî wargehê polîtîkayeke qirêj a şer jî tê domandin. Erdogan bi çeteyên xwe hewl didê carek din qetlîamek din pêk bîne.    Bêdeng mayîn sûc e   Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, êrîşên li hemberî Mexmûrê şermezar dikin. Wargeha penaberan li gorî qanûnên navnetewî dikeve di bin sîwana ewlehiyê de. Lê mixabin dewletên navnetewî beramberî hemû êrîşên ku heta niha pêkhatine bêdeng dimînin û bi vî awayî piştgiriyê didin Erdogan. Bê deng mayîna wan sûc e.    Xwedî li Mexmûrê derkevin   Banga me di destpêkê de ji dewletên navneteweyî re ne divê bê deng nebin û li hemberî êrîşan bikevin nav hewldanan. Ambargo nezî 6 meh in didomê û divê ambargo bê rakin. Em bang her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku bi çalakiyan xwedî li wargeha Mexmûrê derkevin. Çawa ku mexmûrî bi berxwedana xwe xwedî li di dîroka xwe derketin û hemû êrîş têk birin dê niha jî li dijî êrîşan bi ser kevin."