Polîsan destûr neda endamên meclisê bikevin hundir 2020-02-03 13:02:03   ŞIRNEX -Endamên Meclisa Şaredariya Cizrîrê ya  û Hezexê yên HDP'ê ku qeyûm tayînê wan hatin kirin, ji bo ku beşdarî civîna mehane bibin çûn şaredariyê.  Lê polîsan ew ne girtin hûndirê şaredariyê û gotin, "Hun pergala li hundir xira dikin."   Endamên Meclisa Şaredariya Cizrîrê ya  û Hezexê yên HDP'ê ku qeyûm tayînê wan hatin kirin, ji bo ku beşdarî civîna mehane bibin çûn şaredariyê. Endamên meclîsê yên bi awayekê komî çûn şaredariyê, rastî astengiyên polîsan hatin.     'Hun pergala li hundir xira dikin’   Endamên Meclisa Şaredariya Cizîrê ku ku xwestin bikevin şaredariyê, di navbera wan û polîsan de niqaş derket. Polîsan anîn ziman ku ji ber tu teblîqat nehatiye ew ê wan nexin şaredariyê. Her wiha polîsan ji endamên meclÎsa şaredariyê re gotin, "Hunpergala şaredariyê xira dikin"  û destûr nedan ku endamêm meclisê bikevin hundir.   Endamên meclîsê,daxwaznameya ku nivîsin ji Midûrê Karê Nivîsê re şandin û gotin ku ewê derbarê mijarê de serlêdana sûc bikin.    Endamên meclîsê li Hezexê jî hatin astengkirin     Li navçeya Hezexê jî  Endamên Meclisa Şaredariyê hatin astingkirin û polîs nexwest ku bikevin şaredariyê. Polîsan, li vir jî  bi lêv kir ku tu teblîqat nehatiye û ji ber wê nahêlin bikevin şaredariyê. Endamên meclisê li vir jî daxwaznameya ku nivisîn ji Midûrê Karê Nivîsê yê şaredariyê  re şandin.