Li Rihayê gûmanbarên êrîşa zayendî hatin girtin 2020-02-03 12:37:31   RIHA - Li Riha û Wêranşarê mêrên bi navê M.E.K. û R.A. ku li dijî zarokan êrîşa zayendî pêk anîn hatin girtin.   Li navenda Riha li dibistaneke taybet mêrê bi navê M.E.K. ku 4 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştin û li Wêranşara Rihayê jî mêrê bi navê R.A. li cihê kar êrîşa zayendî li dijî zarokekê pêk anî pitî derxistin dadgehê hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê.