4'emîn mîhrîcana Mîtan di roja duyem de didome 2020-01-27 16:45:57   ŞEHBA - 4'emîn mîhrîcana mîtan a bi dirûşma "Em jiyanê diçînin" di roja xwe ya duyem de didome.    Bi pêşengtiya tevgera Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê, mîhrîcana Mîtan a 4'emîn li Rojavayê Kurdistanê li şanogeha çiyayê Kurmênc li navçeya Ehdas a Şehbayê di roja xwe ya duyem de didome. Di mîhrîcanê de saziyên civakî, partiya Sûriya Pêşeroj, Tevgera Kevana Zêrîn, Rêxistina Kongreya Star a Efrînê û rêxistina Mafê mirovan a Efrînê amade bûn.     Di roja duyem de şanoya bi navê "Parastina Gelê Kurd û mafê wê" hat pêşkêşkirin. Her wiha şano û sînevîzyonek jî bi navê "taca zêrîn" ku li ser tîp, zimanê kurdî û parastina çanda resen ji dîrokê ve ji aliyê zarokên Efrînê ve hat pêşkêşkirin.   Hêjayê gotinêye do jî şanoya bi navê "Keskesora Şanoyî" hatibû pêşkêşkirin.