Leyla Guven: Rastiyeke Kurdan heye ku tu carî teslîmî sîstemê nabin 2020-01-27 14:43:39   ENQERE - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Enqereyê di çalakiyekê de axivî û got: "Di sedsala 21'emîn de Kurd wê êdî bibin xwedî statuyekê. Pirsgirêka Kurd êdî pirsgirêkeke navneteweyî ye." Leyla Guven got felsefeya Ocalan dîwarên Girtîgeha Îmraliyê hilweşandiye û li tevahiya cîhanê belav bûye.    Platforma Kurdên Anatoliya Navîn li kafeyeke Enqereyê çalakiyek pêk anî û Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû tevlî bûn.   Leyla Guven li qada çalakiyê axivî û bal kişand ser girîngiya serdema heyî û got: "Ne tenê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, cîhan hemû di pêvajoyeke guhertinê de ne." Leyla destnîşan kir ku Kurd pêşengiyê ji vê guhertinê re dikin.   Leyla siyaseta înkar û tunekirinê ya dewletê 40 sal in li ser gelê kurd tê birêvebirin bi bîr xist û got: "Me êşên gelekî mezin kişand. Herî zêde bandor li jin û zarokan bû... Rastiyeke Kurdan heye ku tu carî teslîmî sîstemê nabin. Ev ruhê berxwedanê me gihandiye astekê."   'Eger aqlê dewletê pêvajoya çareseriyê dewam bikira em ê îro li asteke cuda bûna'    Leyla bal kişand ser hevdîtina piştî grevên birçîbûnê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatin kirin û wiha got: "Birêz Ocalan careke din bêhn anî ber Tirkiyeyê. Careke din got, 'Eger aqlê dewletê bikeve dewrê em dikarin vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikin'. Careke din eşkere kir ku Dewleta Komara Tirkiyeyê çiqasî riyakar e û di nava şaştiyê de ye, civakê dixapîne. Wan digotin, 'PKK di şer de israr dike', lê belê rastî welê nîne. Eger aqlê dewletê pêvajoya çareseriyê dewam bikira em ê îro li asteke cuda bûna, wê bi hezaran mirov nehatibûna kuştin."   'Ji ber peyamên wî bi bandor in dengê wî dibirin'    Leyla anî ziman ku tecrîd ji nû ve xistine dewrê û got: "Çima hewl didin dengê Birêz Ocalan bibirin ku li Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî agahî û gotin e. Dema ku dengê wî bigihaşta wê li Rojava rewş ne bi vî rengî bûya. Ne Rûsya, ne Emerîka ne jî Îran wê polîtîkayên niha nikarîbûna bimeşandan. Birêz Ocalan wê bi projeyên xwe pêşî li vê rewşê bigirta. Lewma dengê wî dibirin."   'Pirsgirêka Kurd êdî bûye navneteweyî'    Leyla gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Felsefeya wî zûdeyî ji dîwarên Îmraliyê derbas bû, li cîhanê belav bû. Êdî kes nikare pêşî li vê bigire. Dibe ku niha nahêlin dengê wî bigihêje derve, lê belê felsefeya wî di serî de li Rojava bi cih tê û wê bi cih bê. Di sedsala 21'ê de Kurd wê êdî bibin xwedî statu, ev pirsgirêk êdî ji me derketiye. Pirsgirêka Kurd êdî bûye navneteweyî. Rê dirêj e, dibe ku bi astengiyan jî be lê belê rêyeke bi rûmet e."