'Li Xerpêtê avahî bi pirsgirêk bûn û nehatine kontrolkirin' 2020-01-27 11:49:10   Berîtan Canozer   AMED - Li Xerpêtê piştî erdheja bi hêza 6.8 gelek avahiyan zerar dît. Endama TMMOB'ê Sevdet Acar ku li Xerpêtê li herêmên ji erhejê bi bandor bûn lêkolîn kir got: "Avahî gelek kevin bûn, nehatibûn kontrolkirin û kêmaniyên wan zêde bûn."    Li Xerpêtê di 24'ê Çileyê saet di 20.55'an de erdheja bi hêza 6.8 ku navenda wê navçeya Xuxê bû pêk hat. Di encama erdheha pêk hat de li Xerpêt û bajarên derdorê 39 kesî jiyana xwe ji dest da, 559 kes jî birîndar bûn. Rêveberiya Karaset û Rewşa Lezgîn (AFAD) diyar kir ku heta niha 398 erdhejên peyhate pêk hatine û şêniyên xerpêtê jî 3 roj in bi şev û biroj li kolanan dimînin. Pirsa "piştguhkriin hebû" jî  hem ji aliyê medya civakî ve û hem jî ji aliyê rêxistinên saziyên sivîl ve gelek caran hat pirsîn.  Endama Yekitiya Avahîsaz û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB)  Sevdet Acar piştguhkirina rayedaran vegot.     'Avahî gelek kevin bûn, nehatine kontrolkirin'   Sevdet a ku bi koma ji 12 kesên endamên TMMOB'ê pêk dihat re çû li herêma erdhej pêk hat lêkolîn kir, diyar kir ku avahî gelek kevin bûn. Sevdet wiha berdewam kir: "Divê me ji erdheja li Wanê pêk hat ders bigirta û avahiyên kevin kontrol bikira. Ji ber ku ji erdheja li Wanê jî xerpêt bi bandor bibû. Lê li gel vê jî li Xerpêtê ji bo van avahiyên ku bi bandro bibûn tu tişt nehat kirin. Li navenda Xerpêtê me avahiyeke 6 qat ku hilweşiyabû kontrol kir. Avahî gelek kevin bû, di warê endezyariyê de tu xizmet nehatiye kirin. Betona avahiyê gelek xav bû êdî nikaribû xwe ragirta. Qolon gelek qels bûn. Kontrol kêm mabû çi bigire nehatibû kirin. Avahiyên derdorê jî bi heman rengî bûn.  Herçend ku tenê ev avahî hilweşiya bû jî yên derdorê jî gelek zarar dîtibûn û nedihatin bikaranîn.    'Erdhejên peyhate berdewam bûn'   Sevdetê diyar kir ku li navenda erdhej pêk hatibû li Xuxê tu avahî hilneweşiyabûn lê gelek zarar dîtibûn. Servetê diyar kir ku mizgeftê jî zerar dîtiye û wiha berdewam kir: "Avahî nikarin bên bikaranîn divê bên kontrolkirin. Lê ji bo kontrolê ekîbek ku ji AFAD û  UMKE pêk dihat maseya krîzê ava kiribûn û avahiyên zarar dîtibûn dihatin tespîtkirin. Li Xerpêtê li taxa Mustafapaşayê 3 avahiyên pirqat ên bi hev ve hilweşiyabûn û li taxeket din jî dîsa du avahiyên pirqat bi hev ve hilweşiyabûn. Herwiha li taxa Sururê jî avahiyek hilweşiyabû.  Li Madenê jî avahiyek hilweşiyabû. Avahiyên ku ji erdheja li Wanê zarar dîtibûn û tamîra wan nehatibû kirin jî hebûn.  Li gorî agahiyên ku me ji welatiyan girtin hat diyarkirin ku avahî hatine kontrolkirin lê tu tişt nehatiye kirin û niştecihên avahiyan li wan jiyana xwe berdewam kirine.  Me rayedar hişyar kirin û me xwest ku li der û dora avahiyên zerar dîtine tu kes negere. Ji ber ku erdhejên pêkhate berdewam dikin û avahî kevin in, dikre di erdejeke biçûk a pêkhate de jî hişweşin.    'kêmaniyên avahiyan gelek bûn'   Sevdetê diyar kir ku li gudnê Xoxê ku nêzî navendê bûn bi taybetî avahiyan gelek zerar dîtbûn û li gundê Çevrîmtaş û Dogandagi çi bigire hemû avahî hilweşiya bûn. Sevdetê anî ziman ku avahiyên hilweşiyan hemû bi kerpîçan bûn û nikribûne li ber erdhejê xwe rabigirin. Sevdet anî ziman ku li gûndên mijra gotinê li gel hilweşînê tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye lê êdî maleke ku gundî bikribin lê rûnên jî nemaye.  Sevdet di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Gelek avahiyên ku li ber erdhejê nikarin xwe biigirin hebûn û gelek avahî jî nikarin bên bikaranîn.  Di erdhejeke din ku pêk bê de herî kêm wê 70 avahî hilweşin .Dema ku em çûn hîna xebatên ji bo rizgarkirin û lêgerînê berdewam dikirin.  Ji ber ku me nexwest em ji van xebatan re bibin asteng me lêkolîneke bi rêk û pêk nekir.  Tenê me hewl da em pirsgirêkê fam bikin. Lê em ê piştî bi çend rojan careke din biçin û lêkolînên xwe bidomînin."   'Xebateke koordînekirî tune bû'   Sevdet wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li wê gelek ekîbên ku tevli xebatan bibûn hebûn, lê di dema krîzê de nizanibûn wê çi bikin.  Xebateke koordînekirî tune bû.  Mudexeleyên demî dihatin kirin. Kesên li derve mabûn li cihê hilweşiyayî kom dibûn û kesekî ew dûr nedixistin. Di erdhejeke din de ku pêk bê û avahiyên hişneweşiyane hilweşin  wê gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo  vê jî tu ewlehî nehatibû girtin. Li wê hewa gelek sar e û ji bo hewandinê divê xebatek bi rêk û pêk bê kirin."