Huyla Alokmen: Em ê peywira xwe bînin cih 2020-01-27 09:07:02   AMED - Hulya Alokmen diyar kir ku Walîtiya Elezîzê alîkariya ku HDP’ê şandiye Elezîzê negirtiye bajar û ev biryareke siyasî ye. Hulyayê wiha got: “Peywira dewletê ev e ku alîkariya tê bigihîne gel, peywira dewletê ne astengkirine. Em ê guh nedin vê astengiyên û piştevaniya xwe bidomînin.”   Li Elezîzê di şeva 24’ê çile de erhêja bi hêza 6,8 pêk hat û li bajar gelek avahî hilweşiyan. Gelek welatî di bin kavilan de man û xebatê xilaskirinê 3 roj in didome. Ji gelek bajarên Tirkiye û herêmê jî ji bo alîkariya welatiyan bi tir û kamyonan alav hat şandin. HDP’ê jî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Şaredariya HDP’ê ya Erganiyê li Amedê jî alîkarî kom kir û bi du kamyonan şand Elezîzê. Lê kamyon bi hinceta ‘qedexeya walîtiyê’ hat astengkirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hulya Alokmen Uyanik der barê astengiya Walîtiyê de nêrînê xwe anî ziman.    Hulyayê ji bo malbatên ku xizmên xwe winda kirine sersaxî xwest û diyar kir ku bi tedbîrên ku dikarin bên girtin dikare pêşî li erdhêjê bê girtin û got: “Mixabin tedbîreke xurt li pêş erdhêjê tune. Piştî erdhêjî me dît ku di esasê pirsporan bang kiriye û gotiye ji bo Elezîzê bi rîsk e. Lê kes lê baldar nebûye. Hêviya me û banga me ji vir şûnde jî eve ku tedbîrên têr bên girtin. Ger avahî saxlem bûna wê windahiya can çênebûna. Em ê şopdarê vê mijarê bin.”   ‘Em ê peywira xwe bînin cih’   Hulyayê destnîşan kir ku wek HDP’ê li her derê banga piştevaniyê kirin û bi got her kes dikare koliyên alîkariyê bînin avahiyên HDP’ê û got: “Em ê berpirsyariya xwe bînin cih. Hewcedariya şêniyên Elezîzê bi piştevaniyê heye. Di erdhêja Wanê de bi dehan welatiyên me ji serma û birçîna mirin. Ji bo ku li Elezîzê jî neyê jiyîn divê em destê xwe bikin bin kevir. Hewa gelek cemidiye. Em dikarin ji bo jin û zarokan hewcedariyên sereke peyda bikin. Gelê me dikare bîne avahiyên HDP’ê. Divê em hestiyar tevbigerin û gel tenê nehêlin.”   ‘Hewcedariya gelê me li ber çavan nayên girtin’   Hulyayê berteka xwe nîşanê astengkirina Walîtiya Elezîzê da û got ev biryar ne biryareke ku ji aliyê Walîtiyê bê girtinê ye û wiha dawî lê anî: “Heta niha bi hezaran alîkarî gihiştin Elezîzê. Lê alîkariya HDP’ê tê astengkirin. Ev jî niyeta ne baş e. Biryareke siyasiye. Ev nayê qebûlkirin. Em qebûl nakin. Em ê her tim cem gelê xwe bin. Em ê alîkariyên xwe bigihînin gelê xwe. Em ê destê xwe her tim bidin gelê xwe. Di alîkariyeke mirovahî de, tiştên wisa neyên kirin. Tu mafê kesî tune ku gelan global bikin. Hele ku di pêvajoyeke wisa de. Peywira dewletê ev e ku ji alîkariyan re pêşî vebike. Pewyira dewletê ne astengkirine. Hewcedariyên gel li ber çavan nagirin. Biryarên siyasî digirin.”