Polîs teşwîq dike:Tevlî siyasetê nebin, esrarê bifroşin, eroînê bikar bînin 2020-01-27 09:01:31   MÊRDÎN - Li Nisêbînên ku polîtîkayên şer ên taybet di dewrê de ne, temenê bikaranîna hişbirê jî daketiye heta 13 salî. Ciwanê bi navê Y.T. ku ji ber hişbirê bi kar tîne niha derman dibe, diyar kir ku polîs ciwanan teşwîkî hişbirê dike û jina ciwan ya bi navê D. jî diyar kir ku jinên ku pereyê wan tune ne jî fuhuş li wan tê ferzkirin.   Li Nisêbîn a Mêrdînê piştî qedexeya derketina derve ya navbera salên 2015-2016’an şûnde bi taybet li ser ciwanan polîtîkayên şer ên taybet tên meşandin. Li ciwanan, hişbir û fuhuş tê ferzkirin. Navçeya ku nifûseke wê ya mezin a ciwanan heye, derket holê ku di 4 salan de temenê bikaranîna hişbirê daketiye 13 salî. Ciwanê bi navê Y.T yê ku dermankirina hişbirê dibîne, cihên ku hişbir li wan tê firotin û  nêzîkatiya polîsan nirxand.   Navenda belavkirinê Taxa Kişla ye!   Y.T diyar kir ku taxa Kişla di hedefa firoşkarên hişbirê de ye û got ewil ciwanan hînî esrarê dikin û piştre jî eroînê didin wan. Y. got gelek cihên ku hişbirê difroşin hene û wiha got: “Li taxa Kişlayê, ligel Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê, kolana ligel garaja Qoserê kolana pişt wesayîtên Mêrdînê, li navenda Sûkê Kolana Dortyol û Sakaryayê, li taxa Abdulkadîr Paşa jî li bin Pira Şehîdan, hişbir tê firotin.”   Y. bi lêv kir ku firotina hişbirê ast bi ast tê kirin û ligel van taxan li taxa Dîcle û Firatê cihê ku avahiyên TOKÎ lê ne, li ber dibistanan hişbir tê firotin.   ‘Temenê bikaranînê daket  heta13 salan’   Y. anî ziman ku du salan hişbir bi kar aniye û ji bo jê xilas bibe ji navçeyê dur ketiye û wiha got: “Piştî vê hatim navçeyê. Lê hîna jî ev bûyer berdewam dikin. Çend roj berê ez li ser Pira Şehîdan dimeşiyam. Di bin pirê de yên bi kar dianîn hebûn. Em li polîsan geriyan. Piştre du wesayîtên zirxî hatin. Çûn cem ciwanan, gotin ‘qewet be’ û ji wir hatin cem me. Ji me re gotin ‘tevlî wan nebin hun li karê xwe binêrin’. Ciwanên taxê jî tiştekî bikin tune ye. Niha zarokên 10-13 salî vê madeyê bi kar tînin.”   ‘Polîs teşwîk dike’   Y. di berdewamiyê de destnîşan kir ku polîs li şûna pêşî li bikaranîna hişbirê bigire, teşwîk dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li TOKÎ du ciwanên ku dizî kiribûn, binçav kirin û piştre berdan. Dema ev ciwan birin emniyetê, polîs hatiye cem wan û polîsan bi destê xwe esrar pêçaye û dirêjî wan kirine. Ji hevalên me re gotine ‘Xwe ji siyasetê dur bigirin, esrarê bifroşin, hişbirê bi kar bînin, hun çi dixwazin bikin’. Di rojên borî de polîsan du ciwanên esrar difrotin girtin û piştre berdan. Polîs jî hevalên wan e. Nav hene lê ev tên veşartin. Niha li taxa Abdulkadîr Paşa kesê bi navê Hamdullah hişbirê difroşe. Baran, Mazlum û Omer jî hene. Li ser gilîkirina dayiyekê hatin girtin.”   ‘Fuhuşê li jinan ferz dikin’   Jina ciwan a bi navê D. (19) jî diyar kir ku jinên pereyê hişbirê nabînin, fuhuş li wan tê ferzkirin û got: “Destpêkê tu mereqa min li hember madeyê tunebû. Piştre ligel hevalan min pirsgirêkên xwe vedigot wan jî digotin ‘bikşîne’. Min carekê du caran kişand. Piştre berdewama wê hat. Tevî ku min nedixwest jî ez ketim navê. Ewil wan didan, piştre jî pere dixwesetin. Ji destê min jî tiştek nedihat.”   D. di berdewamiyê de bi lêv kir ku jinên ku pereyê hişbirê nabîne, fuhuşê lê ferz dikin û got: “Ne tenê ez, du jinên din jî hene. Ew jin ji bo madeyê bigirin her tiştî dikin. Her tiştî bi jin û zarokan didin kirin. Gelek tiştên nebaş ên em nizanin hene.” D. ku 6 mehe hişbirê bi kar tîne, da zanîn ku wê bi piştgiriya malbata xwe dest bi dermankirinê bike.