ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2020'Î 2020-01-27 09:00:00   *Li Nisêbînên ku polîtîkayên şer ên taybet di dewrê de ne, temenê bikaranîna hişbirê jî daketiye heta 13 salî. Ciwanê bi navê Y.T. ku ji ber hişbirê bi kar tîne niha derman dibe, diyar kir ku polîs ciwanan teşwîkî hişbirê dike û jina ciwan ya bi navê D. jî diyar kir ku jinên ku pereyê wan tune ne jî fuhuş li wan tê ferzkirin.    *Jinên di serayê de dixebitin, tevî hemû zor û zehmetiyan têkoşîna jiyanê didin. Halîse Çerî ku 20 sale karkeriya çandiniyê dike wiha got: “Hilberîner, karker qezenc nake, bazirganên navberê qezenc dikin. Çûyîna nexweşxaneyê jî ji bo me lûks e.” BI DÎMEN   *Hevseroka Giştî ya DAD’ê Saîme Topçu bûyerên îstîsmara zayendî û windabûna Gulîstan Doku ya li Dêrsîmê nirxand û got: “Em îro salên 1938’an dijîn. Tacîz, tecawiza li hember jin û zarokan di salên 38’an de jî hebû.” BI DÎMEN   *Jinên Kantona Girê Spî yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê bi darê zorê ji malên xwe koçber bûne nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Em dixwazin vegerin malên xwe."   *Hulya Alokmen diyar kir ku Walîtiya Elezîzê alîkariya ku HDP’ê şandiye Elezîzê negirtiye bajar û ev biryareke siyasî ye. Hulyayê wiha got: “Peywira dewletê ev e ku alîkariya tê bigihîne gel, peywira dewletê ne astengkirine. Em ê guh nedin vê astengiyên û piştevaniya xwe bidomînin.” BI DÎMEN