Şêniyên Kobanê berxwedêrên meha çileyê bi bîr anîn 2020-01-27 08:58:09   KOBANÊ - Şêniyên Kobanê berxwedêrên meha çileyê û berxwedêrên ku di berxwedana sedsalê de jiyana xwe ji dest dane bûne li goristana Şehîd Dicle bi bîr anîn.   Şêniyên Kobanê berxwedêrên meha çile û berxwedêrên ku di berxwedana sedsalê ya Kobanê de şehîd bûne bi findan li goristana şehîd Dicle Kobanê bi bîr anîn. Goristan bi wêneyên berxwedêran û findan hatibû xemilandin. Her wiha dayikên berxwedêran gulîlk li ser gorên zarokên xwe çandin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Fermandarê YPG´ê Heqî Kobanê di merasîmê de axivî.   'Mîrasê me xwîna berxwedêran e'   Heqî Kobanê destnîşan kir ku bi saya van berxwedêran destkeftiyên mezin bi ser xistine û wiha got: "Destpêkê em salvegera rizgarkirina Kobanê ya 5'emîn li van şehîdan pîroz dikin. Her wiha ev bû 6 sal in em zarokên vî gelê bajarên xwe bi rêve dibin. Lê pêwîste em li hemberî dijmin pergala xwe biqarêzin, ji ber li pêşiya me êrîşekî mezin heye. Ev êrîşên ku niha hîna didomin xwesteka wan ew e ku van destkeftiyên me têk bibin."   Herî dawî li ser gorên şehîdan find hatin pêxistin.