Li Şehbayê 4'emîn Mîrhrîcana Mîtan dest pê kir 2020-01-26 18:06:06   ŞEHBA - 4'emîn Mîrhrîcana Mîtan a Şanoyê bi dirûşmA "Em jiyanê diçînin" li Şehbayê dest pê kir.   Bi pêşengiya Tevgera Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hûnerê ya Herêma Şehbayê 4'emîn Mîhrîcana Mîtan bi dirûşma " Em jiyanê diçînin" dest pê kir. Mîhrîcan li şanogeha Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdas bi tevlîbûna endamên sazî û dezgehên civakî, şandeyek ji Rêveberiya Xweser, endam û rêvebrên meclisa Efrînê, hat destpêkirin. Vekirina mîhrîcanê ji aliyê dayikên pakrewanên azadiyê ve, hat vekirin.    Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Endamên Tevgera Çand û Hûnerê yên ku parastina çanda resen dikin, hatin xelatkirin. Her wiha axaftinên pîrozbahiyê hatin kirin.   Li ser navê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Mediye Hemdek, li ser navê Rêveberiya Xweser a Efrînê Hediye Yûsif axivîn. Kesên ku axivîn bal kişandin  ser  girîngiya parastina çanda kurd û girêdana bi rastiya civakê re tevî zehmetiyên koçberiyê. Di berdewamiya axaftinan de wiha hat gotin: " Gelê me her rastî êrîş û qirkirinê hatiye, lê me bi hezaran salan çanda xwe ji helndinê parast û niha her nifşek bi xwe vê çandê zindî dihêle û dewrî nifşê din dike. Em kêfxweşin ku îro careke din em xemla welatê xwe bi çanda xwe pêşkêş dikin û dibînin. Her azadî û serkeftin wê para me be."   Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser Efrîn û koçberiyê hat temaşekirin û şanoya bi navê "Keskesora şanoyî" hat pêşkêşkirin.   Mîhrîcan heta 5'ê Sibatê wê bidome û lîstikvan wê berhemên xwe yên şanoyê, ji gel re pêşpêş bikin.