HDP'yiyên alîkarî dan hatin astengkirin 2020-01-26 15:41:39   XARPÊT - Walîtiya Xarpêtê, keyayên 60 gundan ên HDP’ê tespît kirin ku alîkarî ji bo wan nehatiye kirin hişyar kirin û ji wan xwest ku ji derveyî AFAD’ê tu alîkariyên din qebûl nekin.    Walîtiya Xarpêtê, li keyayên 60 gundên şandeya HDP’ê ew ziyaret kiribûn geriya û hişyariya ji derveyî alîkariya AFAD’ê tu alîkariyên din qebûl nekin ji bo wan kir. Şandeyeke parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de çûbûn Xarpetê û dûre ji bo lêkolînê li 60 gundên herêmê geriyabûn û tespîtên kiribûn serê vê sibê ji raya giştî re parve kirin.    Walîtiya Xarpêtê, di nava rojê de li keyayên 60 gundên girêdayî navçeyên Maden, Xûxê û Gezîn geriya û ferman da ku ji derveyî alîkariya AFAD’ê tu alîkariyên din qebûl nekin.    Di lêkolîna şandeya HDP’ê kir de, hatibû diyarkirin ku alîkarî ji bo 60 gundan nehatiye kirin û alîkariya hatiye kirin jî tenê li xizmên AKP’iyan hatiye belavkirin.