Li Xerpêtê hewa gelek sar e, kon kêm in û gel li derve ye 2020-01-26 12:35:17   XERPÊT - Li navenda Xerpêtê piştî erdheja ku pêk hat xebatên lêgerîn û rizgarkriinê berdewam dikin. Gel di bin hewaya sar de şeva xwe li ber sermayê û agirê pêxist derbas kir. Şêniyên bajêr diyar kirin ku şaredariyê ji bo avahiya zarar dîtiye rapora saxlem e daye.    Ji ber erdheya bi pileya 6.8 ku di 24'ê Çileyê saet di 20.55 navenda wê Sîvrîceya Xerpêtê bû pêk hat, hat ragihandin ku li Xerpêt û bajarên derora wê 31 kesî jiyana xwe ji dest daye û 556 kes jî birîndar in. Ji binê kavilan heta niha tenê 44 kes hatine rizgarkirin.    Piştî erdheja mezin ku pêk hat li taxa Mustafapaşa û Sursuruyê hat diyarkirin ku 6 bînahî hilweşiya ne. Li bajêr li gelek deveran gelk mal û kargehan zarar bûye. Lê taxa Mustafapaşa ji bînahiyeke 5 qat ku hilweşiya cenazeyê 7 kesî hat derxistin û kesek jî birîndar hat rizgarkriin. Hat diyarkirin ku 4 kes jî ji ber ketine valahiya pêlikan rizgar bûn. Lêgerîn û rigarkirina li avahiyê hat bidawîkirin. Paqijkirina bermahiyên avahiyê hat destpêkirin.    Yusera û dayika xwe ji bin kavilan hatin derxistin   Li bînahiya 5 qat  a bi navê Kalay jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Ji avahiyê cenazeyê 4 kesî hatin derxistin, 14 kes jî hat rizgarkirin. Zaroka 2 sal û nîvî Yusra Yildiz, piştî 24 saetan bi birîdarî hat rizgarkirin, rakirin nexweşxaneyê  û dayika wê Ayşe Yildiz jî piştî erdhejê bi 29 saetan ji bin kavilan hat rizgarkirin û bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê."   Welatî li ber avahiyên ku zarar dîtine li derve dimînin   Li bajêr li gel hewaya sar du rojin welatî nikarin bikevin malên xwe yên zerar dîtine û li derve li ber sermayê dimînin. Welatiyên li derve dimînin bi agirê pêxistine hewl didin xwe germ bikin. Gek kesî jî ji neçarî bajar terikandiye û xwe li bajarên derdorê girtine.   Hat îdakirin ku şaredariyê ji bo avahiya zarar tuneye daye   Hat îdakirin ku bînahiya Aykentê ya ku xebatên lêgerîn û rizgarikinê lê bidawî bûne berê jî zarar dîtiye. Niştecihên taxê diyar kirin ku wan ji bo avahiyê serî li şaredariyê daye û şaredariyê berî erdhejê bi heftiyekê rapora dikare bê bikaranîn ji bo bînahiyê daye. Şêniyên taxê diyar kirin ku ji ber xaniyên wan zerar dîtine ew nikarin bikevin hundir û li derve dimînin.   Li Gezînê bînahiya ku hilweşiya ye 6 qat e   Li navçeya Madenê jî li bajarokê Gezînê  hat diyarkirin ku bînahiyeke 6 qat hilweşiyaye û lêgerîna lê hatiye bidawîkirin. Herwiha hat ragihandin ku li bajaroka hemû avahî du qatin û tenê bînahiya ku 6 qat hatiye çêkirin hilweşiyaye.    Li Sîvrîceyê li her cihê zarar heye   Li Sîvrîceya ku navenda erdhejê ye çi bigire hemû avahî û kargehan zarar dîtine. Lê gelek malan terkên mezin hene û paceyên kargehan jî şikiyan e.  Alavên di kargehan de bi erdê re bûne yek. Mizgefteke li navçeyê jî ku gelek zar dîtiye ji bo wê tu ewlehî nehatiye girtin. Heriha avahiya qemeqamtiyê ku nûh hatiye çêkirin jî gelek zarar dîtiye.    Kon hatin vekirin lê bataniye kêm in   Li aliyekî jî li bajêr ji bo kesên xaniyên wan hilweşiyane ji aliyê AFAD'ê ve Kon hatine vekirin û medbexên mobîl jî hatine avakirin. Welatiyên ku diyarkirin kon li cihê dûr hatine vekirin û nikarin biçin li kolanan li ber agirê ku pêxistine dimînin.