Baroya Wanê û Komeleya Otelvanan piştgirî dan kesên ji erdhejê zarar dîtin 2020-01-26 11:39:07   WAN - Piştî erdheja ku li Xerpêtê pêk hat Baroya Wanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin, VANODER'ê jî diyar kir ku kampanyaya bicihkirinê ji bo kesên ji erdhejê zarar dîitne dane destpêkirin.    Di encama erdheja ku li Xerpêtê bi pileya 6.8 pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 31 kesî. Piştî erdhejê Baroya Wanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin û Komeleya Otelvanên Wanê (VANODER) jî ji bo kesên ku ji erdhejê zarar dîtin û cihekî biçin tune kampanyaya bichkirinê da destpêkirin.   Baroyoya Wanê derbarê Kampanyaya xwe de li ser medya civakî wiha got: "Me wekî Baroya Wanê ji bo erdheja ku li Xerpêt û bajarên derdora wê pêk hat kampanyaya alîkariyê daye destpêkirin. Em hemû hempîşeyên xwe vedixwînin piştevaniyê."    VANODER'ê jî diyar kir ku wan ji bo kesên ji erdhejê zarar dtîin kampanaya bicihkirinê dane destpêkirin. Otelên endamên komeleyê ne ev in:  Elite Word, Double Tree, Şahmaran Resort, Buyuk Urartu, Grand, Ronesans Lîfe, Tamara, Dîmetpark, Akdamar, Royal Berk, Kale Gold, Hotel Emre, Hotel Tebrîz, Hotel Îlvan, Avalon Atles, Hotel Dosco, Resmîna Hotel, Taht Palace Hotel, Otel Semîra, Mavî Tuana Hotel, The Van Suîtes Hotel, Real Suîte Hotel, Hotel Royal Mîlano, Ramada By Wyndhan Hotel ve Buyuk Asur Hotel."