Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 31 kesî 2020-01-26 10:32:24   XERPÊT - AFAD'ê, diyar kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derketiye 31 kesî.   Serokatiya Rêveberiya Karaset û Rewşa Lezgîn (AFAD), derbarê erdheja bi pileya 6.8 a li Xerpêtê pêk hat de daneyên dawîn parve kirin. AFAD'ê diyar kir ku hejmara kesên di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 31 kesî.    Di daxuyaniya AFAD'ê  de hat diyarkirin ku ji 9 hezar û 233 konên ku gîhaştine cihê karasetê yên pêwist hatine vekirin, di ecama analîza zerarê de jî diyar kir ku 76 bînahî hilweşiyane, 642 bînahiyan jî zarara giran dîtine û 425 bînahiyan jî zerara kêm û orte dîtine.    Herwiha hat ragihandin ku piştî erdhejê 45 kes ji bin kavilan hatine rizgarkriin û 31 kesî jî jiyana xwe ji dest daye. Li aliyekî din jî hat ragihandin ku 556 kesî jî pitî erdhejê serî li nexweşxaneyan daye.