Hevberdevka HDK’ê: Em rêxistinbûn û avakirinê esas digirin 2020-01-26 09:17:11   STENBOL - HDK ku bi dirûşma ‘Li ber xwe bide, ava bike’ çû kongreyê, di dema nû de mezinkirina rêxistinê û avakirina qadên jiyanê hedef digire. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ugurlu di kongreyê de hat hilbijartin û der barê dema nû de pirsên me bersivand. Îdîlê wiha got: “Rêxistinbûn hewcedariyeke lezgîn li pêş me ye. Ev dirûşm ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, hêviya rizgariyê diparêze.”   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 6’ê Çile de 10’emîn Lijneya Giştî pêk anî û Îdîl Ugurlu û Sedat Şengolu hevberdevkên dema nû hatin hilbijartin. Îdîl Ugurlu der barê dema nû de axivî.   *Em we hinek nas bikin. Em dikarin têkoşîna we guhdar bikin?   Bi salan min têkoşîna sendîkal da. Min nûneriya kargeriyê kir. Min di pewyirên delegetiyê de, komîsyonên jinan, sekreteriya jinan de ch girt. Min serokatiya Egîtîm Senê kir.Wek gelek hevalên xwe ez jî bi KHK’ê ji peywirê hatim girtin. Di 24’ê Hezîranê de li Îzmîrê bûm namzeta HDP’ê. Piştre min endamtiya meclîsa partiya HDP’ê kir. Niha jî wê peywira hevserokatiya HDK’ê bikim.   *Ji avakirina HDK’ê heta niha pêvajoya wê ya têkoşînê heye. Hun vê pêvajoya têkoşînê ya HDK’ê ji bo gelan çawa dinirxînin?   Dema HDK hat avakirin bi me re kelecaneke mezin afirand. Dîtina vê kelecanê bi meclîsên kedê re pêkan bû. Bêguman HDK hinek ji fikra xwe dur ket û tengezar bû. Bêguman ev ji ber HDK û pêkhateyên wê derkeneket holê. Ji nava HDK’ê partiyeke wek HDP’ê derketibû holê. Niha em li Tirkiyeyê binêrin, kongreyeke wek HDK’ê tune ye. Fikra HDK’ê gelek mezin e. Kongreyeke ku xebatên wê yên bi heybet hene ye. Ji bo rêxistinbûna civakê alternatîfeke wisa baş tune. Lê mixabin di nokteya niha de pratîk ne ev e. Lê HDK ket pêvajoyeke xwe kom bike. Ji bo ne rêxistibûnê ez sedemê nabînim. Bi bernameyeke plankirî tevbigerin wê xurt bibe. Ez bawer dikim ku wê HDK pêşiya gelên Tirkiyeyê vebike. Di vî alî de kongreyeke bi heybet e.   *Sedemên tengezarbûna HDK’ê çi ne, bandora atmosfera siyasî heye gelo?   Bêguman bandora atmosfera siyasî heye. Ne tenê li ser HDK’ê, li ser partiyên siyasî, li ser rêxistinên jinan jî bandoreke cidî heye. Bêguman sedem ne tenê atmosfera siyasî ye. Bandorên ji derve de tên jiyîn hene. Ligel vê pirsgirêkên navxweyî dikarin bandorê bikin. Li gorî min sedem ne tenê bandorên ji derve tên e. Ji ser 40’î zêdetir pêkhateyên me hene. Têkiliyên bi van re çawa pêk tên?Ev pêkhate xwe aydê HDK’ê hîs dikin an na? Xwe di HDK’ê de çawa heyî dike? xebatan çawa digire dest? Dema em lêpirsîn tên kirin divê bersiv bên dîtin û li gorî vê bimeşe.   *Dirûşma we ya dema nû ‘Li ber xwe bide, ava bike, rêxistin bike’ ye, girîngiya vê dirûşmê çi ye?   Dirûşmeke gelek xweş e. Ev dirûşm, kakila  ji kaosê derketinê ye. Niha zextên gelek mezin hene. Ji aliyê biloka AKP-MHP’ê ve zextên cidî hene. Ligel vê aliyekî muxalîf ê berxwenade heye. Bêguman hinek alî berxwedaneke xurt nîşan didin. Lê hinek şûnde ne. Lê hewcedariya civakê berxwedan e. Pergaleke ku êrîşê jin, ciwan û kedkar û karkeran dike heye. Ji ber vê jî rêxistinbûn wek hewcedarî li pêş me disekine.   *HDK di dema nû de soza çi dide gelan, karker û kedkaran?   Ji sozê wêdetir em esas digirin ku modela rêxistibûnê pêk bînin. Em hedefa rêxistinbûna muxalefetê dikin. Niha li Stenbolê rojeveke germ, projeya Kanalê heye. Mînak wezîr dikare biçe wir erseyê bigire. Dikare bêje ‘bila kes negire ez digirim’. Lê bi dehzaran kes wê ji qadên jiyana xwe bibin. Ev mirov wê ji qada hilberînê bên derxistin. Mirovan bi zorê ji qada jiyana wan dikin. Wê mirov betal bimînin. Ji ber vê jî ev der qadeke girîng ya rêxistinbûnê ye. Em ê li dijî xizanî, talan û koçberiyê qada rêxistinbûnê ava bikin. Greva karkerên metalê di rojevê dye. 8’ê Adarê li pêş me ye. Rakirina Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 di rojevê de ye. HDK wê li dijî van hemûyan têbikoşe. Hedefa me ev e ku em bi hemû aliyan re ligel hev têbikoşin.   *We balkişand ser têkoşîna jinan. Şîdeta li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Şîdeta li ser jinan civakê dibe ku derê?   Bi salane şîdeteke sîstematîk ya pêk tê heye. Tecawiz, tacî û qetilkirina jinan her diçe zêde dibe.Yanî pergal hewl dide li ser bedena jinên civakê bi teşe bike, serî bide tewandin û bêdeng bike. Tê hedefkirin ku îradeya jinê dîl bê girtin. Li Tirkiyeyê her roj jinek tê kuştin. Belkî jî zêdetir e.Ligel vê jinên rastî zextên cuda tên hene. Gelekên wan xwe nikarin bigihînin rêxistinên jinan. Yên ku em nabînin hene. Jin tên hepiskirin. Lê jin bi rêxistinbûneke xurt û berxwedanê bersivê didin. Têkoşîna jinan her diçe mezin dibe.   *HDK wê ji vir şûnde mîsyonek çawa hilgire?   Meclîsên jinan yên HDK’ê wê tenê têkoşînê nemeşînin. Bi tena serê xwe têkoşîn têr nake. Divê em bi hemû jinan re têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo ku jinek winda nebe û neyê qetilkirin divê em berxwedanê mezin bikin. Em ê bibin parçeyekî vê têkoşînê.   *Bi taybet ji bo jinan, ji bo gelan peyameke we heye?   Armanca me ev e ku em di xeta têkoşîna hevpar de bibin yek. Divê em di şertên wekhev de têkoşîn û jiyanekê ava bikin. Ji bo avakirina jiyaneke wisa jî divê têkoşîneke mezin bê dayîn. Ez saleke tije destkeftî hêvî dikim. Li erdnîgariya me meşandina têkoşînê bi rastî jî zehmet e. Lê alavên xurt jî hene. Ji bo meşandina têkoşînê evqas sedemên me hene ku. Pergala perwerde, tenduristiyê têk çûye. Kuştinên jinan û îstîsmara zarokan zêde bûye. Em dikarin van her yekê veguherin alava rêxistinê û têkoşînê mezin bikin.