'Rêveberiya Xweser mafê hemû pêkhateyan diparêz e’ 2020-01-26 09:12:47   Xezne Celal   KOBANÊ - Jinan 6’emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Kobanê pîroz kirin û gotin: "Piştî damezrandina Rêveberiya Xweser em pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin û xwe bi rêve dibin."   Piştî şoreşa 19'ê tîrmeha 2012’yan şêniyên Kantona Kobanê di gelek pêvajoyan re derbas bûn, di hemû aliyên siyasî, leşkerî û rêxistinî de xwe bi rêve birin. Piştre jî sazî hatin avakirin û bi rêya wan hemû beşên civakê hatin rêxistin kirin. Di 27'ê çileya 2014'an de ji aliyê şêniyên Kobanê ve pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kantona Kobanê hat damezrandin. Ji ber ku dewleta tirk herêma Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kiribûn, gelek astengî derdiketin. Lê tevî vê, gelên herêmê hevgirtina xwe xurt kirin, zarokên herêmê bi zimanê dayikê perwerde dibînin, ciwanên ji hemû pêkhateyan beşdarî xebatên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û refên parastinê dibin. Piştî ku Rêveberiya Xweser li Kantona Kobanê hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyeyê û Iraqê dest danîn ser bajarên mezin, wekî Reqqa, Mûsil û  cebilxane desteserkirin. Her wiha bi piştgiriya dewleta tirk êrîşên dijwar birin ser Kantona Kobanê. Lê YPJ/YPG'ê bi berxwedana xwe û piştgiriya balafirên koalîsyona navneteweyî, ev êrîş şikandin û Kantona Kobanê di 26'ê çileya 2015'an de hat rizgarkirin.   Piştî ku Kantona Kobanê hat rizgarkirin, Rêveberiya Xweser xebatên xwe domandin. Her wiha li herêmên din ên azad wekî Sirîn, Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêre Zorê ev pergal li ser bingehê wekheviya gelan hatiye damezrandin. Ev yek serkeftina tecrûbeya Rêveberiya Xweser nîşan dide. Nûnertiyên Rêveberiya Xweser li Rûsya, Belcîka, Fransa û Başûrê Kurdistanê hatin vekirin. Bi boneya 6’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kantona Kobanê, jinên Kobanê ji ajansa me re axivîn.   'Gelên pergala Rêveberiya Xweser dipejirînin'   Eyşe Hec Ehmed salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser li gelê Kobanê pîroz kir û got: "Dema ku rêjîma Baas li Kobanê desthilatdar bû nedihîştin ku jin kar bikin. Lê pergala Rêveberiya Xweser gelek derfet ji bo jinan vekir ku ew jî bibe xwedî maf û rola xwe ya rêvebirina civakê. Em wek şêniyên Kobanê pergala Rêveberiya Xweser dipejirînin ji ber ku yên di vê rêveberiyê de kar didin meşandin zarokên vî bajarî ne. Em naxwazin dewleta dagirker bajarê me dagir bike, jiyana me tevlîhev bike û em dixwazin heta dawiyê li bajarê xwe bijîn."   'Jin di qadên jiyanê de xwedî roleke sereke ye'   Her wiha jina bi navê Evîn Muslim ya ji Kobanê jî di derbarê Rêveberiya Xweser de wiha axivî: "Dema ku Rêjîma Baas li Kobanê desthilatdar bû, mirov nikaribû bi awayekî azad di bajarê xwe de kar bikira û bi zimanê dayika xwe bi axiviya. Lê piştî şoreşa 19’ê tîrmehê, bi avakirina sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser re jin di hemû qadên jiyanê yên leşkerî, siyasî, civakî, diplomasî, çandî û hûnerî de cihê xwe girt. Salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser pîroz dikin, 6 sal in em rêveberiya xwe dikin, em bi vê rêveberiyê razî û kêfxweşin. Kesên ku di Rêveberiya Xweser de kar û xebat didin meşandin em bi hêvîne ku karê xwe pêşbixin."   'Gel bi rêya Rêveberiya Xweser xwe bi rêve dibe'   Di dawiyê de jî Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê Lemîs Abdullah di derbarê salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser de axivî: "Di demeke ku li Sûriyeyê gel radibûn serhildanan ji bo hilweşandina sîstema rêjîma Baas ya deshilatdar û ya ku xizmete civakê nedikir, li herêmên Bakurê Sûriyeyê wek Efrîn, Kobanê û Cizîrê gelên van herêman jî li dijî Rêjîma Baas derketin. Piştî li dar xistina şoreşa 19’ê tîrmehê êdî gel bi xwe di hemû aliyên siyasî, leşkerî û rêxistinî de xwe bi rêve birin. Pergala Rêveberiya Xweser mafê hemû pêkhateyan diparêze û wekheviyê dixe navbera herdu zayendan. Di Rêveberiya Xweser de û cara yekemîn pergala hevserokatî li Bakurê Sûriyeyê hat avakirin. Ev pergala nû ya Rêveberiya Xweser ji aliyê gel ve hat qebûl kirin, ji ber ku xwediyê vê projeyê gel bû. Gel di Rêveberiya Xweser de mafê ku bi salan ji aliyê dewletên deshilatdar ve ji wan hatibû standin bi dest xistin. Piştî damezrandina Rêveberiya Xweser gel bi awayekî azad û wekhev li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Gel bi rêya Rêveberiya Xweser bi xwe, xwe bi rêve dibe, bi xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin û tu kes ji derva bajêr bi rêve nabe. Sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser tevî rewşa ku herêm têde derbas dibe gelek kar û xebat dane meşandin. Lê tevî vê yekê jî hê di aliyê xizmetê de kêmasî derdikevin."   'Tecrûbeya Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyeyê belav dibe'   Lemîsê behsa êrîşên li ser pergala Rêveberiya xweser kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pergala Rêveberiya Xweser nû ye û ji aliyê gelek dewlatan ve nehat qebûlkirin. Ji bo ku dewletên desthilatdar bikaribin pergala Rêveberiya Xweser têk bibin gelek caran bi rêya çeteyan êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê kirin. Lê li hemberî van êrîşan îrade û hêza gelên herêmê xurt bû, rê nedan van dewlet û çeteyan ku pergala Rêveberiya Xweser têk bibin. Gelê herêmê li dijî van êrîşan yekitiya xwe xurtkirin û li ber xwe didin. Armanca Rêveberiya Xweser ew e ku karê deste û komîteyan pêş bixe, her wiha tecrubeya Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyê belav bikin û têkiliyên xwe bi dewletên derva re pêş bixin."