'Yekîtî wê hêza me bide diyarkirin' 2020-01-26 09:02:04   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî  Peyman Aydin derbarê ferq û cudahiya şerê 2014'an û 2019'an ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin qewimandin û hîna diqewime nirxand û got: "Hevgirtina gelê herêmê wê serkeftinên mezin serbixwe bîne û dawî li dagirkeran bîne."   Di  sala 2014'an de çeteyên bi navê Cebhet El- Nusra êrîşî bajarê Kobanê û gundewarên wê kirin. Çeteyan di bin navê Îslamê de şer didan meşandin û dest bi talankirin û wêrankirinê kirin û gelê herêmê ji warên wan koçber kirin. Di sala 2019'an de jî bi awayekî hov dîsa êrîşî gel kirin, lê tenê navê xwe guhertin û kirin artêşa El- Wetenî û artêşa azad. Ev artêş xwe dispêre dewleta tirk û hevkarên wê. Armanca wan guhertina demografiya herêmê ye. Dixwazin gel di binî de qir bikin û dewleta Osmaniya vegerînin û li ser gel bidin ferzkirin.     Di vê çarçoveyê de û di derbarê ferq û cudahiya şerê 2014'an û 2019'an de ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin qewimandin û hîna diqewimin, Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî Peyman Aydin nirxandin kir û bersivên pirsên ajansa me da.   *Ferq û cudahiya di navbera şerê 2014'an û 2019'an de çi ye?   Ferqeke mezin di navbera van şeran de tune bû ji ber ku ji 19'ê Tîrmehê heta îro jî heman kes in, lê di aliyê nasname û nav de guhertin çêdikin weke artêşa azad, DAIŞ û niha bi navê artêşa wetenî û navên cuda li xwe dikin. Di esasê de armanc û pilanên wan yek e û bi navê îslamê, xeta kuştin, talankirin û koçberkirinê ji xwe re esas digirin. Şerê terorê li ser herêma Kobanê, Efrîn û niha li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tê meşandin ji hev ne cuda ye. Heman mantiq û bingeha xwe ji dewleta tirk digirin. Dewleta tirk jî destûra xwe ji dewletên derve digire. Erdogan dijberiyeke pir mezin li hemberî gel da meşandin û tenê yek armanca xwe heye ew jî vegerandina împaratora Osmanî ye. Ev artêşên girêdayî dewleta tirk bi zihniyet û desthiledariya Edogan dixwazin van herêman parçe bikin û gelê herêmê bidin koçberkirin. Bi pêşengtiya çeteyên ku bi navê îslamê hêza xwe mezin kir, gelek kes hatin qetilkirin. Dewlet-netew  di hemû aliyên leşkerî û têknolojî de destek dane Erdogan ku bikaribe  dijbertiya herêmê bike û karibe destkeftiyên xwe bi ser bixe. Dijbertiya ku niha dewleta tirk dike li hemberî felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, ji ber hêza QSD'e û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelê herêmê bi rê ve dibe dewleta tirk bi riya çeteyên xwe dixweze Gelê Kurd di qirkirinekê re derbas bike. Her kes di ferqa siyaseta dewleta tirk de ye ku dixwaze guhertina demografîk, qirkirin û talankirinê bike.   *Êrîşên li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bandoreke çawa li ser civakê û bi taybet jin û zarokan kir?   Ev êrîş bandorek neyînî li ser civakê kir û bi taybet jin û zarokan gelek zirar dîtin, di aliyekî din de jî me 11 nifş winda kirin ev jî ji sedemê şerê ku tê meşandin, windakirina nifş windakirina civakê ye. Armanca desthilatdaran tunekirina çand, exlaq, hebûn, ziman di nava civakê de û qutkirina di navbera zarok û dayikê de ye. Tiştê herî baş ew e ku civak bi çanda xwe ve girêdaye, lê dema ku jin mir û tune bû wê demê zarokên wê jî  bê wate dibe. Bandorê li malbatê jî dike malbat tê parçekirin. Heman demê şer bi xwe re nexweşiyan tîne, di aliyê derûnî de jî bandoreke neyînî li ser zarok dike û her wiha bandorê li ser jinên ducanî jî dike. Piranî zarok bi lîstokên şer dileyîzin ji zanist û felsefeya hezkirinê dûr dikevin û şidetê bi kar tînin. Li kêleka wê Rêveberiya Xweseriya Demokatîk hewldanên xwe ji bo zarokan hene bi rêya perwerdeyan parastina xeyalên zarokan bikin.   *Yekîtî û xurtkirina gelê herêmê wê bersiveke çawa bide dewleta tirk û hevkarên wê?   Pêwîst dike em di Newroza îsal de yekîtiya xwe xurtir bikin û gelê herêmê tevahî destê xwe bide pirojeya Rêveberiya Xweser û xwe li derdora wê kom bike. Yekîtî wê hêza me bide diyarkirin. Bi yekîtiya gelê herêmê em ê dagirkeriya dewleta tirk li seranserî cîhanê tune bikin. Sedsala 21'emîn sedsala jinê ye û wê di pêşengtiya jinê de desthilatdariya dewleta tirk bi dawî bibe. Bangawaziya min ji hemû pêkhateyan re heye ku tevlî  parastina hêza cewherî bibin û pergala xwe li hemberî dijmin biparêzin. Bi vî rengî em ê serketinekê ava bikin û dagirkeran ji axa xwe derxin.