ROJEVA 26'Ê ÇILEYÊ YA 2020'AN 2020-01-26 09:00:00   *Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî  Peyman Aydin derbarê ferq û cudahiya şerê 2014'an û 2019'an ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin qewimandin û hîna diqewime nirxand û got: "Hevgirtina gelê herêmê wê serkeftinên mezin serbixwe bîne û dawî li dagirkeran bîne." DÎMEN HEYE   *Warê berxwedan, têkoşîn û nasnameya serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Kobanê. Bi sedan keç, xort, dayik, bav û şoreşger berê xwe dan qadên berxwedanê û li dijî  hişmendiya mêr û pergala netew dewletê, şerê azadiyê dan meşandin. DÎMEN HEYE   *Mîne Bozdag, ligel zanîngeh qedandiye jî nikare li gorî beşa xwe kar bike û niha di firoşgeha sabûn û qolanyayê de dixebite. Mîne, diyar kir ku ji bo aboriyeke ser bixwe divê yekitiya jinan pêk bê û divê gel bêtir piştgiriyê bide esnafên biçûk. DÎMEN HEYE    *Jinan 6’emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Kobanê pîroz kirin û gotin: "Piştî damezrandina Rêveberiya Xweser em pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin û xwe bi rêve dibin." DÎMEN HEYE    *HDK ku bi dirûşmeya ‘Li ber xwe bide, ava bike’ çû kongreyê, di dema nû de mezinkirina rêxistinê û avakirina qadên jiyanê hedef digire. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ugurlu ku di kongreyê de hat hilbijartin û der barê dema nû de pirsên me bersivand, wiha got: “Rêxistinbûn hewcedariyeke lezgîn a li pêş me ye. Ev dirûşme ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, hêviya rizgariyê diparêze.” BI DÎMEN