Şêniyên Kobanê li dijî êrîşan meşiyan 2020-01-25 17:09:35   KOBANÊ - Bi sedan şêniyên Kobanê û gundewarên wê li dijî gef û kiryarên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.   Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê li Qada Jina Azad kom bûn û ber bi Qada Aştiyê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên berxwedêrên bajarê Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî, alên Kongreya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Partiya Yekitiya Demokratîk( PYD) û pankarta bi nivîsa 'Birêz Trump Erdogan serfermandarê Bexdadî.. şaş nebe!!', 'Dagirkeriya tirk li pêşberî cîhanê, bi çekên qedexekirî sivîlan li Serêkaniyê dikuje', 'Birêz Turmp nebe hevkarê Erdogan di qetilkirina Gelê Kurd de', 'Rizgarkirina Efrînê rizgarkirina Sûriyeyê ji terorê û dagirkeriya tirkiyê ye' û 'Em wek malbatên şehîdan dagirkeriyê li ser axa welatê xwe qebûl nakin û êdî bes e qetilkirina zarokên vî gelî bi destê dagirkeran' hatin hilgirdan.    Piştî meşê li ser navê şêniyên Kobanê Fewza Ebdî axivî û balkişan li ser êrîşên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "6'emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û 5´emîn salvegera rizgarkirina Kobanê em li we pîroz dikin. Bi salane em ji bo nirxên şehîdên xwe têkoşîn dikin, ji ber vê jî dewleta tirk û hevkarên wî dixwazin van destketiyan bin pê bikin. Ji bo vê jî pêwîste li dijî gef û kiryarên dewleta tirk em axa xwe biparêzin."   Meş bi dirûşmeyên "Berxwedan jiyane" û "Na ji dagirkeriyê re" bi dawî bû.