'Em mîhrîcana xwe diyarî berxwedana gelê xwe dikin' 2020-01-25 16:11:31   Hesna Muhamad   ŞEHBA - 4’emîn Mîhrîcana Mîtan li Rojavayê Kurdistanê wê bê  lidarxistin, bi vê armancê Tevgera Kevana Zêrîn ya Herêma Şehbayê karnevalek ji bo destpêkirina mîhrîcanê li dar xist.   Li Herêma Şehbayê ji bo lidarxistina Mihrîcana Mîtan, Tevgera Kevana Zêrîn karnevalek li kampên Serdem û Berxwedanê li dar xistin. Di karnevalê de endamên tevgera çandê bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî karnevalê bûn. Ev karneval bi armanca lidarxistina Mîhrîcana Mîtan a ku wê di 26'ê Çileyê de bê çêkirin, pêk hat. Mihrîcan heta 5'ê Sibatê wê bidome. Têkildarî lidarxistina Mihrîcanê endam û rêveberên Tevgera Çand û Hunerê, li ser amadekariyên Mîhrîhanê ji me re axivîn.        'Em mîhrîcana xwe diyarî berxwedana gelê xwe dikin'   Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Mîtan Rûmet Beko li ser amadekariyên Mîhrîcanê wiha got: "Mîhrîcana Mîtan wê sibe bê li dar xistin.  Ev Mîhrîcan  wê  12 rojan bi hemû cureyên xwe yên hûnerî  bidome. Hemû dibistanên şanoyê li herêmê û derve ew ê beşdarî Mîhrîcanê bibin. Hin grûpên Tevgera Çand û Hûnerê yên  Herêma  Cizîr, Kobanê û Helebê wê bi şanoyên xwe tevlî bibin. Em mîhrîcana xwe diyarî berxwedana gelê xwe dikin."   'Em ê Mîtana 5’emîn li Efrînê li dar bixin'   Endama Tevgera Çand û Hunerê ya Efrînê, Newroz Silêman di derbarê karnevala  Mîhrîcana Mîtan axivî û wiha dibêjê: "Karnevala Mîhrîcana Mîtan ya 4’emîn bi tevlîbûna endamên Tevgera Çand û Hûnerê, Kevana Zêrîn û Desteya Çandê ya Herêma Efrînê bi cil û bergên fiklorî, pêk tê. Li Efrînê 3 caran Mîhrîcana Mîtan hat li dar xistin. Piştî du salan ji koçberiyê,  4’emîn Mîhrîcan li Şehbayê  wê bê li dar dixin. Di nav Mîtanê de çîroka Derwêşê Evdî û Edûlê, her wiha gelek çîrokên din, wê werin pêşkêşkirin. Em ê Mîtana 5’emîn li Efrînê li dar bixin."   'Li hember pêşkêşkirina çanda me koçberkirin nabe asteng '    Endama beşa şanoyê ya di mîhrîcanê de,  Sema Osman wiha anî ziman: "Me her sal li Efrînê Mîhrîcana Mîtan çêdikir.  Em ê îsal jî li Şehbayê çêbikin. Em nahêlin koçberkirin bibe asteng li hember pêşkêşkirina çanda me. Vexwendina amadebûna mîhrîcanê ji tevahî şêniyan re çûye. Em bi hêvîna em xebatekî xweş û serkeftî derbas bikin."