'Pêşniyar û hişyariyên me li ber çavan negirtin' 2020-01-25 16:01:05   NAVENDA NÛÇEYA - Odeya Endezyarên Jeolojiyê (OEJ), têkildarî erdheja li Xarpêtê pêk hat daxuyanî da û diyar kir ku hişyarî û pêşniyarên ku kirin li ber çavan negirtin û wiha got: "Ji ber pêşniyar û hişyariyên me li ber çavan negirtin mirov hatin kuştin."    Odeya Endezyarên Jeolojiyê (OEJ) a girêdayî TMMOB'ê têkildarî erdheja ku hêza wê 6.8 di 24'ê çile de li navenda Xoxê ya Xarpêtê pêk hat û bajarên derdore jî heşand daxuyanî da. Odeyê ewil sersaxî ji gelê Xarpêtê re xwest.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Heta niha me gelek daxuyanî da. Me di hemû daxuyaniyan de bal kişand ser xeta erdhejê ya Anatoliya Rojhilat, Me têkildarî erdhejê ‘Sempozyuma Xeta Anatoliya Rojhilat (DAF)'ê pêk anî. Me diyar kir ku li şûnwarên 18 bajarên wekî Aksaray, Bolu, Sakarya, Yalova, Bursa, Balikesir, Manîsa, Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Erzirom, Gurgum, Hatay, Colemêrg, Mugla, Eskîşehîr, Kutahya, Çewlîkê û 80 navçeyên girêdayîwan û dîsa 502 gundan gumana erdhejê zêde ye û xetên çalak ên erdhejê li vir derbas dibin. Me xwest li ser van xetên erdhejê avahî heyên avakirin. Me xwest bajarvanî li gorî vê nexşeyê bê avakirin. Lê hişyariya me kir li ber çavan nehat girtin."