Dayikên Şemiyê aqûbeta Ayşenûrê pirsîn 2020-01-25 15:10:50   TENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo aqubeta xizmên xwe bipirsin kom bûn û çîroka windakirina Ayşenûr Şîmşek anîn ziman û gotin: "25 sal in lêpirsîneke çalak nehatiye kirin. Em bang li dozgeran dikin ku karê xwe bikin. Windakirina di binçavan de sûceke aşkere ye."   Dayikên Şemiyê, di hefteya 774'an de careke din xwestin li Qada Galatsarayê li hev kom bibin û li aqûbeta xizmên xwe bipirsin. Lê belê careke din hatin astengkirin. Piştî hatin astengkirin li kuçeya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Dayikên Şemiyê, tîşortên ku li ser wêneyên xizmên wan hebûn li xwe kirin û wêneyên xizmên xwe hildan. Gelek kesan piştgirî da çalakiyê. Dayikên Şemiyê, vê hefteyê bal kişandin ser kuştina dermanger Ayşenûr Şîmşek ku di sala 1995'an de dema hatibû binçavkirin bi îşkenceyê hatibû kuştin û cenazeyê wê avêtibûn qeraxa rêyekê. Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Ayşenûrê bên dîtin.   Endama Komîsyona Li Hemberî Windakirina di Nezaretê de ya ÎHD'a Stenbolê Besna Tosûn daxuyanî xwend. Besna xwest kiryarên Ayşenûr Şîmeşkê bê dîtin. Besna, diyar kir ku Ayşenûr di salên 90'î de di nav xebatên rêxistinbûyîna kedkarên tenduristiyê de cih girtiye û Seroka Şaxa Saglik-Sen a Enqereyê bûye. Besna anî ziman ku Ayşenûr di dema xebatan de du caran hatiye binçavkirin û îşkenceyên dijwar lê hatine kirin. Besna da zanîn ku wê demê hin kesan tim telefonî malbata Ayşenûrê kiriye û gef li wan xwarine û wiha got: "Kesên ku gelek caran telefonî malbata Ayşenûrê kirine gef li wan xwarine û gotine, 'Heger dev ji vî karî bernede ew dizane'. Qereqolê du caran gazî bavê wê kiriye û gotiye, 'Bira keça te bê teslîm bibe an jê wê tiştên nebaş bibin'. Herî dawî malbata wê di 24'ê çileya 1995'an de Ayşenûrê dîtiye û ji wê rojê ve xeber jê negirtine. Piştre çûne emniyetê, dozgeriyê û Wezareta Karên Navxweyî. Lê belê ev deverên navbirî ji wan re gotine, 'Nehatiye destgîrkirin'. Piştî vê malbatê di 21'ê edara 1995'an de daxuyaniyek daye û kampanyaya lêgerînê daye destpêkirin."   '25 sal in lêpirsîneke çalak nehatiye kirin'   Besna, anî ziman ku hîn kampanyaya lêgerînê dewam dikir, rojnameya Mîlliyetê di hejmara xwe ya 11'ê nîsana 1995'an de nûçeyek çê kiriye û di nûçeyê de gotiye, li Kirikkaleyê cenazeyê jinekê hatiye dîtin. Besna diyar kir ku piştî vê nûçeyê malbat serî li Dozgeriya Kirikkaleyê dide û li Goristana Bêkesan a Kirkkaleyê cenazeyê keça xwe dibîne û wiha dom kir: "Li gor rapora otopsiyê Ayşenûr Şîmşek di 28'ê çileya 1995'an de hatiye kuştin û cenazeyê wê di 29'ê çileya 1995'an de jî li Kirikkaleyê li qeraxa rêyekê hatiye dîtin. Ji ber ku berê hatibû binçavkirin şopa tiliyên wê li emniyetê hebûn, lê dîsa jî cenazeyê wê 3 hefteyan di morgê de dihêlin. Paşê wekî 'keseke kiryar nediyar' li Goristana Bêkesan a Kirikkaleyê tê veşartin. 25 sal in lêpirsîneke çalak nehatiye kirin. Em bang li dozgeran dikin ku karê xwe bikin. Windakirina di binçavan de sûceke aşkere ye. Bila niha demildest lêpirsîneke çalak bê destpêkirin."   'Tovên ronahiya ya Eyşenûrê mezin dibin'   Paşê xwişka Ayşenûrê Fatma Şîmşek axivî û diyar kir ku hê jî kiryar nehatine dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "A rast tişta ku dane windakirin wê dawiya pergala wan ên qirêj bîne. A hat windakirin vîneke şoreşger bû. Lê em niha dibînin ku li vir ew vîn, bi nirx tê bibîranîn, hevrêyên Ayşenûrê wê bibîr tînin. Lê belê ew, xwe di wê çirava qirêjî de vedişêrin. Tovên ronahiyê yên ku Ayşenûrê reşandine mezin dibin û bi serbilindî li pêşberî wan in. Heta ew neqedin û tune nebin wê bidome. Bimire faşîzm, bijî biratiya bindestan."   Her wiha birayê Hasan Ocakê ku di bin çavan de hat windakirin Huseyîn Ocak jî derbarê çîroka Ayşenûrê de çend gotin gotin.