'Ji bo erdhejê tedbirên pêwist nehatine girtin' 2020-01-25 15:04:41   ENQERE - TMMOB'ê têkildarî erdheja daxuyaniyek da û got: "Di avahiyên xera nebûne û zerar dîtine de tu tedbîr nehatiye girtin. Di geşedanên derketin holê de nîşan dide ku rayedaran heta niha ji bo erdhejê tu tedbîr negirtine."   Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), têkildarî erdheja di şeva 24'ê çile de hêza wê 6.8 pêl pêk hat daxuyanî da. Rêveberiya TMMOB'ê diyar kir ku geşedanên rû dan û encama derket holê nîşan dide ku rayedaran tedbîrên pêwist negirtine.    TMMOB'ê diyar kir ku li gorî daneyên fermî yên saet di 11.45'ê 25'ê çileya 2020'î de 22 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 30 welatî jî birîndar bûne û di xaniyên xera bûne de lêgerîn didome. TMMOB'ê anî ziman ku êşa kesên xizmên xwe winda kirine û xaniyê wan hilweşiya ye parve dikin û wiha got: "Yekîneyên me yên Koordînasyona Bajar a Meletî û Amedê yên TMMOB'ê di serê sibê de gihiştine Xarpêtê û dest bi lêkolîn û lêgerînê kirine. Li Xarpêt û Meletiyê dest bi xebatê kirine. Bi rayedaran û masaya qrîzê re hevdîtin kirine û ketine têkiliyê. Dîtine ku di avahiyên xera nebûne û zerar dîtine de tu tedbîr nehatiye girtin. Di geşedanên derketin holê de nîşan dide ku rayedaran heta niha ji bo erdhejê tu tedbîr negirtine.