Jina ducanî Pinar Dîşlî ya ji bin kavilan hatibû derxistin jiyana xwe ji dest da 2020-01-25 15:03:12   XARPÊT - Jina 6 meh ducanî ya bi navê Pinar Dîşlî ya li Taxa Gezîn a navçeya Xûxê ji bin xirbeyên avahiya ku di erdhejê de hilweşiyabû bi birîndarî hat xilaskirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Gezîn a Navçeya Xûxê ya Xarpêtê, di dema erdhejê de Avahiya Mavî Gol a 4 qat hilweşiyabû. Ji bin xirbeyên vê avahiyê cenazeyê Maviye Bûgdayli hatibû derxistin û Rabîa Gogdemîr jî bi birîndarî hatibû derxistin.    Di saetên serê sibehê de Merîç Dîşlî, bi hevjîna xwe Pinar Dîşlî û kurê xwe Mîraç re ji bin kavilan hatibûn derxistin. Merîç ê birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyê. Dûre ekîbên ku xwe gihandin cenazeyê kurê wî Mîraç Dîşlî û hevjîna wî ya 6 meh ducanî Pinar Dîşlî ya bi giranî birîndar bûbû. Pinar a rakirin nexweşxaneyê, ligel hemû mudaxaleyan jî, jiyana xwe ji dest da.     Merîç Dîşlî û Rabîa Gogdemîr ên bi birîndarî ji bin xirbeyan hatin derxistin li nexweşxaneyê tên dermankirin.