'Guh nedan hişyariyên zanyaran ên derbarê erdhejê de' 2020-01-25 14:51:41   AMED - Xizmên Windayan li Amedê daketin qadan û aqûbeta windayên xwe pirsîn. Di çalakiyê de hat qala erdhêja li Xarpêtê hat kirin û gotin: "Ligel hişyariyên zanyaran jî beriya erdhejê tu tedbîr nehatin girtin. Dema erdhej çêdibe nû seferberî tê îlankirin."   Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 572’emîn de li pêş şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam kirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan bal kişand ser erdhêja li Xarpêtê çêbûyî û wiha got: “Li ser hişyariyên zanyaran jî beriya erdhejê tu tedbîr nehatin girtin. Dema erdhej çêdibe nû seferberî tê îlankirin. Ev jî tera nake. Em jî wek parazvanên mafê mirovan bang dikin ku beriya bûyerên xwezayî bila tedbîr bên girtin.”   Adnan bibîrxist ku qedexeya Walitiya Amedê ya 73 hefteye bi awayekî kêfî didome û wiha berdewam kir: “Bersiva Suleyman Soylu ya ku daye pêşniyaznameya parlamenterê CHP’ê Sezgî Tanrikulu ya der barê vê qedexeyê de wiha ye ‘Tu destûr negirtin e. Daxwaza wan ji me çênebûye ji bo destûrê’  Em wek parastinerên mafên mirovan û xizmên windayan dibêjin, me çalakiya xwe ya demokratîk li Parka Koşûyolûya Baglara Amedê dikir. Lê qedexeya li dijî vê yekê bê wate ye. Me ji bo destûrê serlêdan jî kir, lê tu bersiv nedan. Dixwazin me di qadên girtî de hepis bikin. Li gor qanûnan her kes xwedî maf e ku daxuyaniyan bê destûr bidin. Ji ber ku em akubeta windayên xwe dipirsin diyar e ku hinek ji vê yekê aciz dibin û nahêlin em dengê xwe bilind bikin. Em dîsa dibêjin tiştê we bi serê malbatên me anî mecbûrin aşkere bikin. Hûn wek kesên berpirsyar mecbûrin.”   Adnan, piştre çîroka Halîm Halicioglû yê di 20’ê gulana 1993’yan de, li Çewlikê hatibû windakirin xwend.    Piştî axaftinê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.