Heta niha li Xarpêtê 300 erdhejên peyhate çê bûne 2020-01-25 13:19:01   XARPÊT - Piştî erdheja Xarpêtê ku hêza wê 6.8 bû, erdhejên peyhate didomin.   Piştî erheja li Sîvrîce ya Xarpêtê ku hêza wê 6.8 bû, erdhejên peyhate didomin. Ji duh êvarî ve erdhejên peyhatê çê dibin û tê gotin heta niha nêzî 300'î erdhejên peyhate çê bûne.   Herî dawî saet di 11.40'î de li texma Bekçîtepe ya Sîvrîceyê erdhejek çê bû.