Şukrana ku li bende neqla mejiyê hestî bû jiyana xwe ji dest da 2020-01-25 11:15:18   WAN - Zaroka bi navê Şukran Demirel a 13 salî ya ku li benda neqla mejiyê hestî bû li nexweşxaneya ku tedawî didît jiyana xwe ji dest da.    Zaroka bi navê Şukran Demirel a 13 salî ya ku li benda neqla mejî bû li Fakulteya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil ku tedawî didît jiyana xwe ji dest da.    Sala dawî nexweşiya Şukranê pêş ve çûbû û êdî tedawiya dermanan fêda nedikir. Serîlêdana ji bo neqla mejiyê hestî ya li Wezareta Tendirustiyê jî bê bersiv mabû.