Şêniyên Amedê li derve şev derbas kirin 2020-01-25 11:11:16   AMED - Erdheja ku li navçeya Xûxê ya Xarpêtê pêk hat li Amedê jî hat hêskirin. Şêniyên Amedê li derve şev derbas kirin.   Do bi şev li navçeya Xûxê ya Xarpêtê erdheja pîleya wê 6.8 e pêk hat û li Amedê jî bi awayekî mezin hat hêskirin. Şêniyên Amedê yê ku xwe bi kincên xwe yên malê avêtin derve bi betaniyan şev li parkan derbas kirin.    Bi bandora erdhejê ceyran çû û piştî pirsgirêka ceyranê çareser bû şûnde gelek kes vegeriyan malên xwe. Lê hinek şêniyan ji bo tedbîrê şev di wesayetên xwe de derbas kirin.    Xwe ji şaneşînê avêt   Her wiha hat hînbûn ku li Erxeniyê jina bi navê Saliha Kurt û zaroka xwe ya 11 salî ji ber tatêla erdhejê xwe ji şaneşînê avêtine. Dayik û zaroka ku birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.